Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li aliyekî civîn, li aliyê din hevkariya leşkerî: Artêşa Tirk êdî li Başûrê Kurdistanê rê li çûnûhatinê digire.

 

LI ALIYEKÎ CIVÎN, LI ALIYÊ DIN HEVKARIYA LEŞKERÎ
ARTÊŞA TIRK ÊDÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊ LI ÇÛNÛHATINÊ DIGIRE

Ev dîmenê li ser ekranên we, ji nêzî gundê Kêste ye, ku bi ser bajarokê Kanîmasî yê Başûrê Kurdistanê ve ye.

Eskerên di dîmen de xuya dikin ên artêşa Tirk in.

Çavkaniyên li herêmê bi vî dîmenî careke din hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a li herêmê ragihandin.

Li gorî agahiyan eskerên artêşa Tirk a dagirker ji 18’ê Sibatê ve rêya gundê Kêste yê li herêma Metîna li çûnûhatinê girtine.

Eskerên dagirkeriya Tirk destûr nadin, ku gundî derbas bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku li herêmê hêzên PDK’ê hene û tenê li vê rewşê temaşe dikin.

Dagirkeriya Tirk 23’yê Nîsana 2021’ê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kiribû.

Ji ber ku li Zap û Avaşînê artêşa Tirk ji gerîlayan derbên giran xwaribûn, serê meha Hezîranê xwe ji gelek qadan vekişandibû.

Her wiha li Metîna li hemberî gerîlayên li Girê Zendûra tengav bûbûn.

Lê 5’ê Hezîrana 2021’ê ji hêla Girê Hekarî û Girê Çarçel ê Metîna ve hêzên PDK’ê dest bi tevgereke êrişê kirin.

Hêzên PDK’ê êrişî çeperên gerîlayên HPG û YJA-Starê kirin û ev yek bi dîmenan jî derket holê.

Hêzên gerîla jî ji ber vê tevgera PDK’ê, ji neçarî pozîsyona xwe ya şer li Zendûra guhertin.

Û 6 gerîlayên bi parastina hevrêyên xwe rabûn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Artêşa dewleta Tirk jî 7’ê Hezîrana 2021’ê li dijî qada Werxelê û Girê Sor ên Avaşînê ji nû ve dest bi êrişeke berfireh kir.

Ji wê rojê ve li dora gundê Kêste yê Metîna hêzên PDK’ê tevî eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi cih bûne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv