Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dema mijar Kurd be, terora dagirkeriya Tirk di dewrê de ye: Eskerên Tirk li gundê Basan ê Geverê êrişî gundiyan kirin.

 

DEMA MIJAR KURD BE, TERORA DAGIRKERIYA TIRK DI DEWRÊ DE YE
ESKERÊN TIRK LI GUNDÊ BASAN Ê GEVERÊ ÊRIŞÎ GUNDIYAN KIRIN

Ev kêliyên hovîtiya eskerên Tirk a li dijî Kurdan, li gundê Basanê yê bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Colemêrgê Geverê bi kameraya telefoneke destan hatine qeydkirin.

Mijara ku gundî li ber rabûne neheqiya têkildarî elektrîkê ye.

Şêniyên gundê Basanê li ber ekîbên VEDAŞ’ê rabûn û nîqaş derket.

Ekîbên saziya elektrîkê ya dagirkeriya Tirk, esker jîp dabûn dora xwe û çûbûn gund.

Eskerên Tirk jî bi awayekî hovane êrişî gundiyan kirin.

Di nava berfê de gelek kes kaş kirin, li wan dan û êşkence li wan kirin.

Her wiha hin kes jî hatin binçavkirin.

Eskeran gundiyên ku kirin binçavan bi darê zorê li wesaîta zirxî siwar kirin.

Ji vî dîmenî jî diyar dibe, ku dema mijar Kurd bin ji bo dagirkeriya Tirk ferq nake ka li ber çi rabûne û dengê xwe bilind kirine.

Heman dîmen 1992’yan di Newroza Cizîra Botan de derketibû holê.

Dagirkeriya Tirk bê beriya 30 salî xwedî çi zihniyetê be îro jî li dijî Kurdan xwedî heman zihniyetê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv