ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI SER GELÊ KURD
BI PÊŞENGIYA CIWANAN LI BAJARÊ ZURÎHÊ HATE PROTESTOKIRIN
Dagirkeriya Tirk 1’ê Sibatê bi awayekî hemwext êrîşî wargeha Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê kir.
Ev êrîş heya îro ji aliyê gelê kurd û dostên xwe ve tê protestokirin.
Yek ji cihê çalakiyan ji aliyê ciwanan ve li bajarê Zurîh ê Swîsreyê pêk hat.
Ciwanên şoreşger piştgiriya dewletên Ewrûpayê yên bi dewleta Tirk re şermezar kirin û bang li van dewletan kirin da ku nebin şirîkê vî sûcî.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê kurd hate şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, nûnerên Dîe Lînke û rêxistinên çep ve hate organîzekirin.
Li vir êrîşên dewleta Elman ên li dijî Kurdan hate şermezar kirin û bang li dewleta Elman kirin da ku dest ji van polîtîkayên xwe berde.
LI BAJARÊ ZURÎH Ê SWÎSREYÊ PIŞTGIRIYA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ
“EM Ê LI HER DERÊ BIBIN DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ”
Li aliyê din rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û dewleta Tirk wan terkî mirinê dike.
Ji bo werin berdan li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyedê hate diyarkirin ku ewê li her derê bibin dengê girtiyan û li dijî faşîzma dewleta Tirk çalakiyên xwe bi awayekî xurt bidomînin.