Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Komîteya rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk : “Bi komploya 15’ê sibatê xwestin berxwedana gel têk bibin”.

 

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê CEMAL ŞERÎK:
“BI KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ XWESTIN BERXWEDANA GEL TÊK BIBIN”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk bi munasebeta salvegera komploya navnetewî ya li dijî Reber Apo pêk hatî axivî.

Şerîk di axaftina xwe de îşaret bi armanca komploya 15’ê Sibatê kir.

“Heke hêzên navnetewî bigihaştana armanca xwe, wê li gorî xwe çareseriyek ji pirsa Kurd re bidîtana.

Helbet, di şexsê Rêber Apo de çareseriya dabûn ber xwe qirkirina Kurdan bû.

Bi tasfiyekirina PKK’ê, xwestin berxwedana gelê Kurd tasfiye bikin.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku hêzen navneteweyî bi êrişên li ser PKK’ê û gelê Kurd di nava hewildanên dewamkirina komployê de bûne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê CEMAL ŞERÎK
‘BI TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ WÊ TECRÎD WERE ŞIKANDIN, GELÊ KURDISTANÊ AZAD BIBE’

“Bi êrişên li ser Heremên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê xwestin komployê berdewam bikin.

Li dijî van êrişan bexwedana hevpar a gelan derket pêş.

Ev berxwedana li dijî komployê bû bersiva herî mezin û bi wate.

Îro li dora vê berxwedana mezin hemû mirovahî tê cem hev.

Ji ber vê jî di salvegera nû ya komploya navnetewî de li ber me têkoşîn û berxwedanek mezin heye.”

Di dewama axaftina xwe de Cemal Şerîk îşaret bi têkoşîna li dijî komployê kir û got:

Bi têkoşîna hevpar ya gelan, wê li Tirkiyê faşîzm têk biçe.

Bi têkbirina faşîzmê wê tecrîd were şikandin, gelê Kurdistanê azad bibe.

Bi peywir û berpirsyariyeke wiha em dikevin 24 saliya komployê.

Lewma divê hemû kes li gorî erk û berpirsyariyên xwe sala 24’an bikin sala berxwedan û têkoşîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk di dawî de da zanîn ku berpirsyarî ne tenê ya gerîlaye, divê li her qadê têkoşîna azadiyê bê mezinkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv