Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Komkujiya Kobanê: 25’ê Hezîranê çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk komkujî kirin

 

SALVEGERA KOMKUJIYA KOBANÊ
25’Ê HEZÎRANÊ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BI HEVKARIYA DEWLETA TIRK KOMKUJÎ KIRIN

Ji destpêka şoreşa Rojava çeteyên DAIŞê bi awayekî hovanê êrişî gelên li Rojava kir..

Dewleta Tirk jî di her warî de hevkariya van çeteyên hov kirin û destek dan wan.

Piştî Mûsil ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, 15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê û serekçeteyê wan Erdogan, wisa xeyal dikirin ku mîna Mûsilê ew ê Kobanê jî di nava heftiyekê de dagir bikin.

Lê belê hesabên Erdogan ên li Sûkê û malê hevdû negirtin û pîlanên wan neçûn serî.

Şervanên azadiyê yên soza serkeftinê dabûn Arîn Mîrkan mal bi mal, kolan bi kolan ketin cenga giran.

Roja 26’ê çileya 2015’an jî mizgîniyeke xêrê ji Kobanê hat û cenga sedsalê bi serket.

Piştî vê serkeftina dîrokî, xelkê Kobanê dest bi vegera ser axa xwe kir.

Dewleta Tirk vê têkçûyîna xwe qebûl nekir û di 25’ê Hezîranê de çete xistin dewrê.

Çeteyên ji sînorê Tirk derbas bûn û êriş birin ser taxên Kaniya Kurdan, Botan, nexweşxane Kobanê û Mizgefta Hecî Reşad.

Bi awayekî hemwext êrişî gundên Berxbotan, Zerik û Girê Sêvê jî kirin.

Şahida bûyerê jina bi navê Zergê Şêx Mihemed a ji gundê Berxbotanê wiha behsa wê rojê dike.

Dayika Eyş a ji heman gundî jî dibeje ku kurê min li ber çavê min qetil kirin.

Hevjîna Mihemmed Hebib jî di êrişê de hat şehîdxistin.

Di encama vê êrişê havane de 233 kes şehîd bûn, 273 kes jî birîndar bûn.

Ji şehîdan 64 jin û 35 zarok bûn.

Apê Rifat bi nasnav Karker Kobanê ku bi eslê xwe Arnawût bû di vê komkujiyê de şehîd bû.

Piştî êrişê şervanan yekser dest bi operasyonê kir..

Di encama operasyona sê rojan de Koban ji çeteyan hat paqijkirin..

Di şer de 21 şervanên YPG/YPJ û 14 endamên Asayîşê bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv