Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wek HPG’ê ragihandî di kuştina şehîd Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên ji Mêhrê de şopa kontrayan xuya dike

 

ŞEHÎD HURMUZ Û ŞÎMONÎ DÎRÎL ÊN JI MÊHRÊ
WEKE HPG’Ê RAGIHANDÎ, DI KUŞTINA WAN DE ŞOPA KONTRAYAN XUYA DIKE

Şîmonî û Hurmuz Dîrîl du welatparêzên Keldanî yên ji gundê Mêhrê yê navçeya Şirnexê Elkê.

8’ê Çileya 2020’an ji aliyê hin kesan ve hatin revandin.

Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî hat windakirin, li qeraxên çemê Hêzilê hat dîtin.

Yekane gumanbarê berbiçav ên vê yekê xizmê wan Apro Dîrîl bû.

Ji roja destpêka windakirina van mirovan heta niha, Apro Dîrîl bi îfadeyên nakok rabû.

Pêşî got “PKK’ê ew revandine” û paşê got, “min şaş dîtiye.”

Ev kes… Apro Dîrîl û 2 kesên navên wan nehatin eşkerekirin, hatin binçavkirin.

Ji kesên binçavkirî Apro Dîrîl hat girtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, ku Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Gulana 2020’an têkildarî bûyerê ev agahî dabûn:

Roja bûyerê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji aliyê 3 kesên bi xebatên kontrayî radibin ve hatin qetilkirin û ew avêtin çemê Hêzilê.

HPG’ê gotibû, wê hesabê vê komkujiya nemerdane were pirsîn û Şîmonî û Hurmuz Dîrîl weke şehîd ragihandibûn.

Rojnamevanê bi navê Arat Bariş têkildarî bûyerê agahiyên girîng dan.

Bariş destnîşan kir, ku Apro Dîrîl destpêkê bi zanebûn bûyer xistiye stûyê PKK’ê û got, jixwe derket holê ku PKK’ê nekiriye.

Hingê Apro Dîrîl got, “min şaş dîtiye.”

Arat Bariş bi bîr xist, ku li herêmê hin komên paramîlîter hene û îşaret bi rola cerdevanan kir.

Rojnamevan Arat Bariş her wiha ev agahî jî da:

Dibêjin Hurmuz û Şîmonî Dîrîl zêr dîtine û Apro Dîrîl bi xwe ev yek gotiye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di Stêrk Tv de wiha behsa Hurmuz û Şîmonî Dîrîl kiribû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv