Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komeleya ‘Projeya Demokrasiya Tirkiyê’ ava bû

 

KOMELEYA “PROJEYA DEMOKRASIYA TIRKIYÊ” AVA BÛ
KOMELEYA AMERÎKÎ WÊ LI DIJÎ REJIMA ERDOGAN DEMOKRASIYÊ TEŞWÎQ BIKE”

Komeleya ku beriya 2 rojan li paytexta Amerikî Waşintonê hat ava kirin, bi kesên navdar yên di rêvebiriya xwe de balê dikişîne.

Ji Şêwirmendê berê yê ewlekariya Amerikayê John Bolton bigire heta Waliyê berê yê Florida Jeb Bush û wezirê berê yê karê derve yê Italya Sant Agata, gelek karsaz û siyasetmedar di rêvebiriya komeleyê de cih girtin.

Komele bi daxuyaniyeke çapemeniyê, damezrandina xwe ilan kir û bi van gotinan xwe dide nasin.

“Projeya Demokrasiya Tirkiyê rêxistineke siyasî ya navnetewî ye ku li hemberî sistema otoriter ya Tirkiyê hatiye ava kirin.

Di van salên dawî de, serokkomar Recep Tayyip Erdoğan, demokrasiya liberal û azad ji holê rakir.

Tirkiyeya di bin serokkomariya Erdogan de ciranên xwe tehdît kirin, piştgirî da komên tundrew.

Ji wan re mirov û malzeme şandin. Zext û zilm li kêmenetewan kir, azadiya çapemeniyê ji holê rakir, gelek muxalif an avêtin zindanê, an jî kuştin.

Erdogan û aligirên xwe bi dizî û gendeliyê bûn xwedî hêz û serwetên mezin.

Di paralelê siyaseta şerxwaz de Aborî û huqûq Tirkiyeyê têk çûn.”

Saziya Projeya Demokrasiya Tirkiyê bi gotinan jî behsa armanca xwe dike.

“TDP wê kiryarên antî-demokratî yên Erdogan lêkolîn bike, û encamên wê bi raya giştî ya cihanê re parve bike.
Emê vi rêya diyalogê li Tirkiyê Demokrasiyê teşwîq bikin û saziyên mafên mirovan biparêzin.”

Rêxistina Projeya Demokrasiya Tirkiyê li ser medya civakî jî bi gelek hesaban wê kampanyayê bide destpêkirin.

Ji rêvebirên Komeleyê Sefirê berê yê Amerika ku demeke dirêj li Tirkiyê wezîfe kir, John Bolton bi twîterê ev peyam parve kir.

“Li Tirkiyê dema zengillêdanê hat, Tirkiye ku demekê hevalbenda NATOyê bû, îro bi rêvebiriya kesekî otoriter, pişta xwe daye demokrasiyê û Rusyayê hembêz dike. Ji bo tarîtiya li Tirkiyê ronî bikin, em bi kêfxweşî tevlî vê projeyê dibin.”

Hin rêvebirên komeleyê:

Madeleine Joelson
Mark D. Wallace
Joseph Lieberman
Aykan Erdemir
Frances Townsend
Giulio Terzi di Sant’Agata
Jeb Bush
David L. Phillips
John Bolton
Norm Roule
Alejandro Wolff
Philip Kowalski

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv