SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK’Ê
LI MEXMÛR Û ŞENGALÊ BI GIRSEYÎ HAT PÎROZKIRIN
Salvegera damezrandina PKK’ê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bi coş hat pîrozkirin.
Ji heft heta heftê salî bi hezaran şêniyên Wargehê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Şahî li navenda çand û hunerê ya wargehê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê hevserokê meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan axivî.
Piştî axaftin û peyaman komên şano, muzîkê û hunermend derketin ser dike û hûnera xwe pêşkeş kirin
Li Şengalê jî bi pêşengiya ciwanan salvegera PKK’ê bi coşeke mezin hat pîroz kirin.
Şengaliyên li baxçeyê serokatî yê li çiyayê Kersê kombûn û peyama têkoşînê dan.