44 SALIYA PKK’Ê
XELKÊ ROJAVA BI COŞ SALVEGERA PARTIYA XWE PÎROZ KIR
Li Rojavayê Kurdistanê..
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 saliya PKK’ê bi şahiyan hat pîrozkirin.
Bi hezaran keş beşdarî pîrozbahiya li herêma Şehbayê bûn û silav dan berxwedana gerîla.
Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.
Li Kobanê jî pîrozbahiya salvegera PKK’ê hebû.
Şêniyên Qamişlo jî di pîrozbahiya salvegera PKK’ê de li hev civiyan.
Û diyar kirin ku ew ê sala 44’an a PKK’û bikin sala azadiya fîzîkî ya rêber APO.
Şêniyên navçeya Çilaxa ya Tirbespiyê jî şahiyek li dar xistin
Bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.
Li Amûdê jî şahiyek hat lidarxistin.
Pêkhateyên Til Hemîsê cejna vejînê pîrozkirin.
Beşdaran damezrandina PKK li rêber APO û şehîdan piroz kir.
Yek pîrozbahiyên herî bi coş jî li taxa Şexmeqsûd a Helebê pêk hat.