Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sala 2020’an tecrîda li Îmraliyê – Dosya 27.12.2020

 

SALA 2020’AN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI SER TEVAHIYA TIRKIYÊ BELAV BÛ

Reber Apo li Îmraliyê 21 sal in di tecrîda giran de tê ragirtin.

Ji ber tecrîda li Îmraliyê zede bû, zextên ku li ser girtîgehên din, siyasetmedarên Kurd û rêxistinên muxalif jî zêde bû.

Tecrîdê bandora xwe li ser qeyrana aborî, azadiya ramanê û gelek mafê jiyanê kir.

Bi tecrîda li Îmraliyê re tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê belav bû.

Sala 2020’an tecrîda li Îmraliyê bi çi rengî di rojevê de ma?

Li dijî tecrîdê bi kîjan rengî berxwedan bi pêşketin?

Ajansa nûçeyan a mezopotamyayê bîlançoyeke bergireh amade kiriye. Li gorî vê:

15 Sibat: Di 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî de li çar aliyê cîhanê Kurd daketin qadan. Bi milyonan mirovan li çar aliye cîhanê tecrîd şermezar kirin û azadiya Ocalan xwestin.

25 Sibat: Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîd bi dawî bibe û mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi dest bixin serî li CPT’ê dan.

27 Sibat: Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, eşkere kir ku li Îmraliyê şewat derketiye. Ev agahî Kurdistaniyan li her dera cîhanê daxist qadan.

2 Adar: Malbat çûn Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Rêber Apo di hevdîtinê de got; ew ji bo çareseriyê xwedan proje ye û sekna Îmraliyê a çareseriyê didomîne.

27 Nîsan: Malbata Ocalan û girtiyên din yekem car bi telefonê bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kirin.

Di wê hevdîtinê de Rêber Apo ji ber provokasyona PDK’ê a li Zînî Wertê banga diyalogê kir û mutabaqata 1982’yan a PKK û PDK’ê îmze kiribûn bi bîr xist.

1 Hezîran: Sendîkayên Karkeran ên li Brîtanyayê ji bo azadiya Rêber Apo kampanyaya ku di sala 2016’an de dabûn destpêkirin, bi tevlêbûna Sendîkaya Muzîsyenan berdewam kir.

16 Tirmeh: Sendîkaya Britanyayî di çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re azadî” mîtînga onlîne li dar xistin.

5 Tebax CPT, rapora ku di ziyareta 6-17’ê Gulana 2019’an a Îmraliyê de amade kiribû, bi raya giştî re parve kir.

6 Tebax: Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî CPT’ê rapor aşkere kir, bang li CPT û saziyên mafên mirovan ên navnetewî kir ku erka xwe pêk bînin.

12 Îlon: Ji bo tecrîd bi dawî bibe Konseya Rêveber a KCK’ê “Ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re bes e, Dem dema azadiyê ye.” dan destpêkirin. Pêngav îro roj jî bi xurtî dewam dike.

2 Cotmeh: Rêxistinên KCD, TJA, HDP, DBP’ê li Amedê bi hevre daxuyanî dan û dest bi kampanya “Em yekitiyê ava bikin, em tecrîdê bişkînin, azadiyê bi dest bixin” dan destpêkirin.

27 Mijdar: Girtiyên PKK û PAJK’ê bi boneya tecrîd bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv