Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xizmên qurbaniyên komkujiya Roboskî: Zû anjî dereng em ê hesab ji kujeran bipirsin 27.12.2020

 

SALVEGERA KOMKUJIYA ROBOSKÊ
XIZMÊN QURBANIYAN BIRYARDARIYA JI BO EDELETÊ TÎNIN ZIMAN

Komkujiya Roboskê ya bi balafirên şer ên Tirk kuştina 34 şêniyên Roboskê 9 sal li pey xwe hiştin.

Amîne Encu ya di komkujiyê de kurê xwe Salih Encu wenda kir bi bêhnkirina kefiya wî, hêrsa xwe tîne ziman.

Amîne Encu dibêje hêzên dewleta Tirk xwestin bi pereyan me bikirin û bêdeng bikin, lê wê têkoşîna ji bo edeletê bidomînin

Hedîye Encu ya di komkujiyê de kurê xwe Şivan Encu wenda kir jî bi gotina “ji bo kîloyek şekir, bombeyeke tonekê avêtin” hovîtî anî ziman.

Hediye Encu tiştên ji Şivan Encu mane diparêze û bi hesreteke mezin wan tiştan bêhn dike.

Parlementerê berê yê HDP’ê Ferhat Encu yê di komkujiyê de gelek xizmên xwe wenda kirine jî, dibêje ku, zext û zilmê li dijî wan bi rêbazên cûr be cûr didome.

Ferhat Encu tîne ziman ku piştî komkujiyê bazirganiya sînor bi temamî dawî bû, hêzên Tirk li ser wan koçkirin û pejirandina cerdevaniyê ferz dikin û got:

Divê em bêyî ku ji dewletê tiştek hêvî bikin, têkoşîna xwe bidomînin û bi xizmên qurbanan re di nava piştgiriyê de bin.

Ahmet û Cafer Encu jî di komkujiyê de birayê xwe Serhed wenda kirin.

Ahmet û Cafer wê demê zarok bûn dibêjin, wan ji bo komkujiyê ji bîr bikin, dixwastin razên, lê belê nedikarîn û tevî 9 sal derbas bûne jî, hê jî ew roj di ber çavên wan re naçin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv