Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Raperîn Mûnzûr: Hêzên ku êriş dikin ne pêşmerge lê kontra ne 27.12.2020

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RAPERÎN MÛNZÛR:
ÊRIŞÊN LI JINAN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE Û PÊWÎSTE JIN XWE BIPARÊZE

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê Raperîn Munzur ji ANF’ê re axivî.

Raperîn Munzur di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê yên li dijî jinan.

Raperîn Munzuz diyar kir ku komkujî, destavêtina li jinan gihîştine wê astê ku êdî weke bûyerekê nikarin bên nirxandin,ev polîtîkayeke dewletê ye û got:

Li dijî jin û zarokan siyaseteke şer dimeşînin ku bi rûmet, exlaq û siberoja civakê dilîzin.

Raperîn Mûnzûr têkoşîna jinan a li dijî van êrişan jî bi bîr xist û wiha pêde çû.

Em têkoşîn, biryardariya jinan a li dijî van êrişan silav dikin.

Ev yek sekin û berxwedaneke mezin e li dijî faşîzmê.

Di her çalakî û karî de jin li pêş in. Di kampanyayan de li pêş in.

Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar û çalak heye.

Pêwîste jin li her qadê xwe biparêze.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RAPERÎN MÛNZÛR
‘HÊZÊN KU ÊRIŞ DIKIN, NE PÊŞMERGE, LÊ KONTRA NE’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr di dewama axaftina xwe de êrişên PDK’ê yên li ser qadên gerîla nirxand.

Raperîn Mûnzûr bal kişand ser êriş û dorpêçkirina li ser qadên gerîla ku zêde bûne û wiha axivî:

Ev êriş ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk vekin tên kirin.

Tevgera me bi sebr û berpirsyar nêz dibe lê ew di êrişan de israr dikin.

Eşkere ye ku di vê mijarê de wezîfeyek ji wan re hatiye dayin.

Hêzên berê xwe dane qadên gerîla hêzên kontra yên taybet ên îstîxbaratê ne.

Ev ne pêşmerge ne ev kontra ne.

Der barê mexsed û miraza dewleta tirk a dagirker de jî Raperîn Munzur ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk bi rengekî sondxwarî dijminatiyê li Kurdan dike.

Ji bo tunekirina têkoşîna Kurdan, hêzeke ku tawîz nedane wan nemaye.

Hewl dide PDK’ê weke hêzeke kontra bi kar bîne.

Divê PDK xwe nede bikaranîn. Ev yek wê bibe bidawîbûna PDK’ê.

Ev yek ne li berjewendiya gelê me yê Başûr e, bi kêrî gelê Kurd nayê.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RAPERÎN MÛNZÛR
‘ŞER NE LI BERJEWENDIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Raperîn Mûnzûr diyar kir ku pozîsyona heyî ya PDK’ê ji bo Kurdan tê wateya xiyanet û nokeriyê û ev bang li gelê Başûr kir:

Divê li ber vê xiyanetê, li ber vê siyaseta nokeriyê rabin.

Ji vê xiyanetê û rijandina xwîna ciwanên Kurd serketin bi dest nakeve.

Heke şerek rû bide ev yek wê nebe şerê birakujiyê.

Wê bibe xweparastina li dijî xiyanetê, li dijî nokeriyê, li dijî qirkirina gelê Kurd.

Di vê mijarê de wezîfeya herî girîng dikeve ser milê gelê me yê Başûr.

Rabûna li ber xiyanet û nokeriyê wezîfeya wan a sereke ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv