JI PDK’Ê TEVGERÊN PROVOKATÎF
LI HERÊMÊ DEST BI ÇÊKIRINA BAREGEHÊN NÛ KIRIYE
Di mehên dawî de, çekdarên PDK’ê li nêzî herêmên gerîlayên HPG’ê ketine nava liv û tevgerê.
PDK rojane hejmara çekdarên xwe bi çekên giran ve li herêmê zêde dike.
Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, çekdarên PDK’ê li herêma Rewandûz û gundê Gerwan yên dikevin Girê Simore, Girê Tuşreke û rêze çiyayên Aras, dest bi çêkirina baregehên nû yên leşkerî kiriye.
Li goîr agahiyên ajansê ji şêniyên herêmê piştrast kiriye baregehên li herêmê tên avakirin hemû leşkerî ne.
PDK bi navê çekdarên pêşmergê Roj li Zînî Wertê bicih bûye.
Çekdarên PDK’ê li Zînî Wertê roj bi roj baregehê nû çêdikin û hêzên xwe li herêmê zêde dike.
Di heman demê de PDK bi çêkirina baregehên leşkerî re, rê jî çêdike.
Heman çavkanî dest ragidihîne ku PDK’ê ji sînorê Rewandiz heya Çoman û Hacî Omran ya ser bi Hewlêrê, dest bi çêkirina baregehên nû kiriye.
JI PDK’Ê TEVGERÊN PROVOKATÎF
LI CIHÊ ÊRIŞÎ GERÎLA KIR, SEYTERE AVA DIKE
Ji aliyê din ve Hêzên PDK’ê li herêma di navbera gundên Kanê û Dêreşê yên navçeya Amediyê de benda kontrolê ava dike.
Li vê herêmê di 13’ê Kanûnê de çekdarên PDK’ê pêşî li wesayiteke gerîla girtibûn û bi çekên giran gule lê reşandibûn.
Di encamê de 3 gerîla bi giranî birîndar kiribûn.
PDK ji bo vê êrişê binixumîne îdîa kiribû ku li cihê bûyerê bendên wan ên kontrolê hene.
Lê belê piştî ku dîmenên cihê bûyerê hate weşandin, eşkere bû ku îdîaya PDK’ê nerast e, li herêmê ti bendeke kontrolê nîne.
Hêzên PDK’ê li ser rêya navbera gundên Kanê û Dêreşê yên navçeya Amediyê, ji 23’ê Kanûnê ve dest bi danîna bendeke nû ya kontrolê kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê û ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bawer Dersim jî di bernamayeke televîzyonê de diyar kiribûn ku herêma navborî bi dehan sal in rêgeha gerîla ye.
Danîna bendeke nû ya kontrolê ya li herêmê, weke amadekariya êrişeke nû ya PDK’ê ya li ser herêmê tê dîtin.