PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
PAJK: BERXWEDANA LI DORA RÊBER APO MEZIN DIBE WÊ BISERKEVE
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk girtiyên PKK û PAJK’î bi rê ve dibin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de biryardariya dewamkirina Pêngava Dem Dema Azadiyê ya KCK-KJK’ê dayî destpêkirin li welêt û derveyî welêt hat bibîrxistin.
Ji niha ve piştgiriyeke mezin a civakî girtiye û bûye cihê beşdariyeke zêde ya gelê Kurd û dostên wî.
Bi vê pêngavê hevrêyên me yên PKK-PAJK’î jî li zindanan bi çalakiya greva birçîbûnê beşdar bûne.
Çalakiyên azadiyê yên li zindanê, derve, çiyayan û bajaran wê bi xwe re azadiya Rêbertiyê, jinan û gelê Kurd bîne û faşîzmê ji holê rake.
Hêzên faşîst û qirker wê bi têkoşîna gelê me, di tarîtiya xwe de têk biçin.
Di daxuyaniya PAJK’ê de êrişên berfireh ên bi serkêşiya hukûmeta faşîst a Erdogan li hemberî gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hatin bibîrxistin, ku di wan êrişan de PDK jî cihê xwe digire.
Rêjîma AKP-MHP’ê û PDK hewl didin bi êrişên eskerî, siyasî û dîplomatîk ser vê faşîzmê binuxumînin.
Tevahiya gelên Kurdistanê û cîhanê dizanin; PKK siberoja azad a tevahiya jinan û gelan diparêze.
Ji ber ku Rêbertiya me nûnertiya vê yekê dike, pergala tecrîdê ya Îmraliyê hatiye kûrkirin.
Her kesê di ferqa vê rastiyê de beşdarî pêngava azadiyê ya KJK-KCK’ê dibin.
Ev helwest û sekneke hêja û bi rûmet e.
Beşdariya hevrêyên me yên PKK-PAJK’î li zindanan bi çalakiya greva birçîbûnê li pêngavê watedar û hêja ye.
Em hevrêyên xwe yên rastiya zindanan veguherandina qadên berxwedanê, silav dikin.
Berxwedana li dora Rêber Apo mezin dibe, wê teqez biserkeve.
Di daxuyaniya PAJK’ê de berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li her devera Kurdistanê û pê re berxwedana jin û gelê Kurd li welêt û derveyî welêt hat bibîrxistin.
Ev ne tenê berxwedana xweparastinê ya gerîla ye.
Hêzên gerîla, nûnertiya paşeroja ronî ya tevahiya gelan û têkoşîna azadiya jinê dike.
Divê PDK dev ji xiyaneta dîrokî berde û hêzê nede xurtkirina rêjîma Erdoganê faşîst.
Divê her kes di vê pêvajoya dîrokî de bi berpirsiyariya xwe rabe û ji bo siberoja azad a gelê Kurd têkoşînê mezin bike.
Banga me li jin û ciwanên Kurdistanî ew e, ku çalakiyên xwe di vê pêvajoya krîtîk de bidomînin û pêşengiyê ji pêngavê re bikin.