Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûstem Başûr: ‘Kiryarên PDK û AKP’ê li ser Başûrê Kurdistanê’

 

KIRYARÊN PDK Û AKP’Ê LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
RÛSTEM BAŞÛR / RONAHÎ

Wekî ku tê zanîn îro ji her demî zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi azadî û jiyana ebedî heye. Ji ber ku gelê Kurd ew gel e li beramberî hişmendiya serdestan têkoşîna azadî û wekheviyê dide meşandin.
(…)

Niha mijara ku em şîrove dikin mîrateyekî dîrokî ye ku di demên berê de Barzaniyê mezin digot: ku bê Tirk em nikarin bibin dewlet, yanî Berzaniyan Tirk ji bona xwe wekî sîber dihesibandin.
(…)

Dewleta Tirkan êdî hatiye asta têkşikestinê, ku lewma ewqas êrişî parastinên qadên medya û Başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî jî, ji bo ku xwe li ser piyan bigire, bi desteka hêzên îxanetkar, ên wekî PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze Başûrê Kurdistan careke din dagir bike.
(…)

Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet, bi Tirkiyê re li dijî zêdegavî destkeftiyên gele Kurd di nava her cure hevkariyê de ye.

Bi vê jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, wan ciwanên Kurd bi taybetî beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike, da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hate dîtin ku di bin navê ‘Pêşmergeyên Roj’ de û di bin siya PDK’ê de, li herêmen ku hezên gerîla lê hene, xwe bi cî dikin û bi awayekî bêbext û veşartî şer dikin.
(…)

Piştî hilbijartina Iraqê, PDK’ê dîsa li hemberî gelê me yê Şengalê dest bi gefan kir. Bêguman Nêçîrvan Berzanî rojana ji hikûmeta Iraqê dixwazê destek bigire, ji bo ku êrişî Şengalê bike û gelê me di nava qirkirinekî nû re derbas bike. Ji ber wê yekê plan dike ku Şengalê radestî Tirkan bike. Bi awayekî eşkere ji Îraqê re dibêje; “hûn çima bi ser şingalê de naçin?”
(…)

Ya rast mirov dibîne ku pilan dikin piştî şingalê bi dest bixîne, çawa radestî DAIŞ’ê kirin, wê careke din dîrok xwe dubare bike û şengalê radestî AKP’ê bikin, ku xweseriya gelê Şengalê tine bikin.
(…)

Civaka me ya Êzîdî bi 74 fermanan re rû bi rû ma, PDK bi siyaseta xwe ya ne exlaqî bi ser gelê civaka Êzîdî de diçe û ji fermanan xirabtir tîne ser wan. Ev jî bi awayekî pir mezin dişibe 3’yê Tebaxê.

Di vê serdema ku em tê re derbas dibin, pêwîste gelê Kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDKê, dewleta Tirk hişiyar bin û helwesta xwe ya dîrokî bi cî bînin…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv