Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera komkujiya Mereşê: Kujer û berpirsyar niha di nava AKP MHP’ê de cih digrin

 

SALVEGERA KOMKUJIYA MEREŞÊ
KUJER Û BERPSIYAR NIHA DI NAVA AKP/MHP’Ê DE CIH DIGRIN

Li Mereşê êrişên ku veguherîn komkujiyê û guhertina demografîk ya herêmê di 19’ê kanûnê de dest pê kirin.

Êriş, ji hêla dewleta Tirk ve hat plankirin û pêkanîn.

Êrişa hêzên dewleta Tirk ya di 19’ê Kanûna 1978″an de destpêkir; di 26’ê Kanûnê de veguherî komkujiyê.

Li gorî daneyên fermî, di encama komkujiyê de 111 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Bi dehan mal û kargeh jî hatin wêran kirin.

Lê belê li gorî şahidan, rastiya daneyan ne wisa ye û bîlanço ji ya heyî girantir e.

Armanca esasî ya komkujiya li dijî Elewiyên Kurd yên li Mereşê, ew bû ku pêşî li tevgera azadiya Kurd bigrin.

Wekî komkujiyên din, amadekar û plankarê vê komkujiyê jî dewleta tirk bi xwe bû.

Hêzên dewleta tirk bi êrişeke bombeyî ya li hemberî şaredarê MHPê yê Meletiyê Hamît Fendaoglu, bingeha komkujiyê amade kirin.

Fendaoglu di 17’ê nîsana 1978’an de bi paketeke bombeyî ku ji Enqerê hatibû şandin, tevî nevî û bûka xwe hate kuştin.

Nijadperestên tirk ev êriş wekî sedem nîşan dan û 20 kurd kuştin.

Piştî re jî bi gelek bûyerên provakatîf, bingeha komkujiyê hate amadekirin.

Partiyên Çep, Elewî, nûnerên rêxistinên civakî ji waliyê bajêr dixwazin ku ew tedbîran bistînin.

Lê mixabin walîtî şûna ku tedbîran bistîne, dibe perçeyekî komkujiyê.

Û dûre jî bûyerên provokatîf û êrişkar belavî Mereşê bûn.

Di 24’ê kanûna 1978’an de jî; li gelek taxan li dijî Kurdan êrişên sîstematîk destpêkirin.

Ulkucuyên faşîst ku hêza xwe ji artêş û polîsên tirk digrin, bi dehan zarok, ciwan, pîr û jin kuştin.

Piştî komkujiyê bi demekî dirêj, 804 kes hatin dadgehkirin, ji vana 29 kes bi darvekirinê hatin cezakirin.

Lê belê, di sala 1991’ê de, hemû sûcdarên komkujiyê serbest hatin berdan.

Piraniya berpirsyarên komkujiyê niha wekî kesên paye bilind di nava MHP û AKP’ê de cih digirin.

Yek ji wan kesan jî, mudurê polîsan yê Mereşê yê dema komkujiyê Abdulkadîr Aksû bû.

Piştî vê komkujiyê, piraniya kurdên li bajarên Mereş, Meletî, Semsûr, Sêwas û Dîlokê neçar man cih û warên xwe biterikînin.

Bi wê komkujiyê demografiya van bajaran hat veguhestin ku ev yek jî armanca rastîn ya komkujiyê radixe ber çavan.

Piraniya berpirsyarên komkujiyê dûre bûn rayedarên dewletê û gelek jî hê jî di nava AKP û MHP’ê de cih digirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv