Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Gendelî û erka welatparêziyê’

 

 

GENDELÎ Û ERKA WELATPARÊZIYÊ
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Li Başûrê Kurdistanê krîzeke kûr a aboriyê heye. Mûçeyên karmendan bi mehan e nayên dayîn. Xwendekarên zanîngehan ji ber nedana xercên xwe, li seranserî herêmê daketin qadan. Li hember êrişên dewleta tirk bêhelwestiya hikûmeta herêmê, gendelî û diziya li herêmê pêşketî, zêdebûna xizanî û bêkariyê dibe sedem ku gel ji başûrê Kurdistanê koç bike. Di demeke wisa de derket holê ku serokwezîr Mesrur Barzanî li Amerîkayê li bajarê Mîamî bi 18 mîlyon û 300 hezar dolarî xanî kiriye. Li hemberî vê sosretiyê rêvebiriya PDK’ê ya ji vê rewşa kambax berpirse bêxem e.

Rojnamevan û lêkolîner Zack Kopplîn ji bo Saziya Projeya Hesabdayinê ya Dewletê (Government Acountability project) têkildarî gendelî û diziya qirêj raporekê amade dike.
(…)

Rêvebiriya PDK’ê hewl da bi îddîa û tewambariyên cûda kesayeta Zack Kopplîn têxe nîqaşê û vê lêkolîna hatiye kirin jî ala derbixe. Lê saziya projeya Hesabdayinê ya Dewletê ya Amarîkî, li ser malpera xwe bi daxuyaniyeke fermî îdîayên PDK’ê vala derxistin û bal kişand ser rastiya belgeyên hatine aşkerekirin.

Pitşî eşkerekirina van belgeyan, ji aliyê gelek derdorên cûda, dizî û gendeliyên PDK’ê ji nû ve ketin rojevê.

Lê divê em baş bizanibin ku ji roja PDK li Başûrê Kurdistanê li ser postê desthilatdariyê rûniştiye û vir ve, ev gendelî di rojevê de ne. Kesên van gendaliyan bi awayekî eşkere tînin ziman, wekî Serdeşt Osman, an tên qetilkirin an jî tên girtin. Bi dehan rojnamevanên Behdînanê, ji ber van sedeman îro li zîndanên PDK’ê de dîl tên girtin.

Tam di vir de mirov dikare bibêje, li Rohilata Navîn otobiyografiyên kesayetên siyasî xwe çawa li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn têgihîştina kesayet û pêşengên siyasî ji aliyê civakê ve hê jî pir îlahî tên dîtin, ev kes her tim li dijî gel ev bikar anîne. Lewma dema ev kes dikevin nava kêmasî û xeletiyan jî nayên rexnekirin ango rexneyan li xwe nagrin.
(…)

Ji ber vê rastiyê, rêvebiriya PDK’ê û kesayetên wekî Mesrûr Barzanî ku navê kurd di siyasetê de bikar tîne, her roj li gorî berjewendiyên xwe yên teng tevdigere. Ev kesayet bi vê sekna xwe ya li dijî nirxên civakê nikare hebûna gel ya civakî biparêze.

Jixwe ev kes di rastiyê de dûrî van nirxan e jî. Lewma bi gotina filankes diziyê dike pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina mijarê divê îradeya gelê azad têkeve dewrê.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv