Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûstem Başûr: ‘Kiryarên PDK û AKP yên li Başûrê Kurdistanê’

 

KIRYARÊN PDK Û AKP’Ê YÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
RÛSTEM BAŞÛR / WELAT

Wekî ku tê zanîn îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi azadî û jiyana ebedî heya. Ji ber gelê Kurd ew gel e ku li beramberî hişmendiya serdestan têkoşîna azadî û wekheviyê dide meşandin.

Bêguman gelê kurd her dem li dijî êrişên serdest, bi rola parastina hebûna xwe rabûye, ji bo doza xwe, têkoşîneke pir mezin daye ku bikaribe yekitiya neteweyî ya kurdî bi dest bixe. Lê mijara ku mirov hestiyar dike ew e, heya niha hêza xwefiroş ê wekî PDK’ê tev li vê yekitiyê nebûya, ji bo wê PDK her tim di dîrokê de xwe bi hin hêzên serdest ên wekî AKP’ê ve girêdaye.

Niha mijara ku em şîrove dikin mîrateyekî dîrokî ye ku di demên berê de Barzaniyê mezin digot; ‘bê tirk em nikarin bibin dewlet’. Yanî Barzaniyan tirk ji bo xwe wekî siber dihesibandin. Hemû armancên PDK’ê ew e ku bikaribe xwe li ser hebûna gelan bicih bike û gelê Başûr di nava hevkariyekî de biqedîne. Provakasyonên ku dijmin nafikire PDK di roja me ya îro de pêk tîne.
(…)

Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkarê xwe AKP di nava her curê qirêjiyan de ne ku kurdan bifetisînin û xwe li ser mîrasên wan bi cih bikin.
Dewleta tirk êdî hatiye li ber asta têkçûnê ku lewma ewqas êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, bi desteka hêzên îxanetkat ên wekî PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze başûrê Kurdistan careke din dagir bike.

Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê xayînan dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Ger meriv li dîrokê bi rengekî rast binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan destpê kiriye, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de mirov bi hêsanî dikare bibîne. Serkêşiya vê xiyaneta dîrokî, bi ruhetî mirov dikare bibêje PDK dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet, bi Tirkiyeyê re li dijî zêdegavî destkeftiyên gelê kurd di nava her cure hevkariyê de ye.
(…)

Bi heman awayî piştî hilbijartina Iraqê, PDK dîsa li hemberî gelê me yê Şengalê dest bi gefan kir… Tê zanîn ku di sala 2014’an de Barzanî Şengal radestî DAIŞ’ê kirin, îro jî heman tiştî dike û wekî bûyerekî rewa dide nîşandan.
(…)

Di vê serdema ku em têde derbas dibin de pêwîst e hemû gelê kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDK’ê, dewleta tirk hişyar bin û helwesta xwe ya dîrokî bi cih bînin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî yê li ser gelê me tên, bibin kelem.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv