Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: ‘PKK yek ji têkoşîna azadiyê ya herî girîng di dîroka cîhanê de ye’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
TECRÎD ZILMEK E JI ZILMÊN LI KURDAN TÊN KIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di televîzyona Medyahaberê de, bû mêvanê bernameya Taybet.

Di destpêka axaftina xwe de Mustafa Karasû li ser tevrîda li dijî Rêber Apo tê kirin nirxand û bal kişand ser komploya navneteweyî ku hê didome.

Mûstafa Karasû da zanîn ku di şexsê Rêber Apo de tecrîd kirine zilmeke ji zilmên li kurdan dikin û wiha got:

Li dinyê li hemberê rêberekî gel ewqas zext nehatiye kirin.

Tecrîd va ev bîstûsê sal in tê kirin.

Ev divê weke zilmeke li hemberî gelê kurd were dîtin.

Lewra dewleteke Tirk a li ser înkarê hatiye damezrandin heye.

Li aliyê din ewên sîstema rojhilata navîn a li ser înkara kurdan avakirine hene.

Ev hêzên han jî hem komploya navnedewletî çêkirine, hem jî ew berpirsiyarê rewşa zilma li îmraliyê ne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
GEL Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ XWEDÎTIYA RÊBER APO DIKIN

Mûstafa Karasû, bibîr xist ku li hemberî her cûre çewisandin û êrişan Rêber Apo bo vîneke mezin û hêza xwe ya ramanê li ber xwe dide.

Ev berxwedana ku li dijî komployê bi dirûşma “hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kir, îro li cîhanê belav bûye.

Ji wê rojê ve ye ku gelê me li hemberî vê tecrîdê liber xwe dide, xwedî li Rêber Apo derdikeve.

Lê îro ne tenê gelê Kurd di heman demê de gelên li rojhilata navîn û cîhanê jî xwedî lê derdikevin.

Êdî gelên li rojhilata Navîn û cîhanê, hêzên demokratîk jî qebûl nakin ku Rêber Apo di bin esaretê de bimîne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PKK YEK JI TÊKOŞÎNA AZADÎYÊ YA HERÎ GIRÎNG A DI DÎROKA CÎHANÊ DE YE

Bi berdewamî Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bi hev ve girêdayî ye û binî xêz kir ku xeta rêber Apo ji aliyê gelan ve weke xeta serketinê tê dîtin.

Eger îro hêzên navnetewî li hemberî zilm û zora li ser Rêber Apo bêdeng dimînin, ev bi awayekî jî ji ber wê ye ku PKK di lîsteya “terorê” de ye.

Edî hat dîtin, gelên cîhanê jî dibînin, hêzên demokratîk jî dibînin ku PKK yêk ji têkoşîna azadiyê ya herî girîng a di dîroka cîhanê de ye.

Rêber Apo jî yek ji wan kesan e ku di dîroka cîhanê de ji bo mirovahiyê di asta rêbertiyê de ye.

Niha jî ji ber ku xeta Rêber Apo weke xeta serketinê tê dîtin; hêzên demokratîk, şoreşger, jin û ciwanan li xwedî derdikevin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DIVÊ DEWLETÊN KOMPLOGER JI GELÊ KURD LÊBORÎNÊ BIXWAZIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû xwest ku hêzên komploger ên navnetewî jî vê xwedîderketina gelên cîhanê, karker, kedkar, jin, ciwan û rewşenbîran a li Rêber Apo bibînin.

Êdî hêzên ku komployê pêk anîne Ewropa, DYA, Yunanistana ku di nava vê komployê de bû û Rûsya, ji ber vê helwetsa komloyê ku Îsraîl jî di nav de ye, lêborînê bixwazin.

Lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û bi vî awayî piştgirî bidin têkoşîna azadiya Rêber Apo.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv