Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Divê jin bibêje ez ê bibim rêxistinger kar û îşê min têkoşîn e’

 

“EZ DI XIZMETA JINÊN AZAD DE ME”
RÊBER APO: DIVÊ JIN BIBÊJE EZ Ê BIBIM RÊXISTINGER KAR Û ÎŞÊ MIN TÊKOŞÎN E

Jin ber bi 25’ê Mijdarê ve li dijî pergala serdest a mêr-dewlet bi çalakiyan têkoşînê bilind dike.

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst bi rêxistiniya xwe hisab dipirse.

Jinên kurd ku bi ilm û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine li Rojhilata Navîn pêşengî ji têkoşîna azadiyê re dikin.

Rêber Apo ku ev serê 23 sala ne di pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin bi nirxandin û perpektîfên xwe rêya têkoşînê jî nîşan dide.

Ne tenê di prosesa Îmraliyê de wê têkoşîna azadiyê; PKK’ê jî li ser hişmendiya azadiya jinê ava kir.

Wî qîmeteke mezin da xwe-birêxistin-kirina jinan.

Rojnama Newaya Jin jî di hejmara xwe ya meha mijdarê de ji nirxandinên Rêber APo yên 8’ê adara 1998’an çend beş weşandin.

Rêber Apo dibêje; heke bîrdoziya rizgariya jinê li Kurdistanê bi pêş bikeve wê çi bibe û ev nirxandin dike:

Heke em behsa Kurdistanekê bikin, heke em dibêjin li ser axa dayik-niştiman jiyan xweşik e, hingê divê em zanibin ku bîrdoziya jinê bêyî ax nabe.

Dêhna xwe bidinê di dîrokê de jî wisa ye. Jinan çandinî û hilberîn kirin. Ev hinek jî bi çand û hunera jinê ve girêdayî ye.

Wê demê rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê; jiyana li ser axa xwe ye. Ev welatparêzî ye.

Rêgeza duduyan jî ev e; divê jin bi fikr û îradeya xwe ya azad tevli jiyanê bibe.

Heke ev bîrdozî bi pêş bikeve jin dikare li gorî dilê xwe bijî û biryarê bide.

Em ê jî bi fikr û îradeya wê bawer bin.

Rêber Apo destnîşan dike ku jiyana azad jî encax bi rêya xwe-birêxistin-kirinê bi pêş bikeve.

Jiyana azad bi rêxistinbûnê çêdibe.

Ev jî rêgeza sisêyan e. Miroveke bêyî rêxistin hîç e.

Rêxistiniya yekem bi jinê re dest pê kir.

Ji ber wê ya herî zêde rêxistinbûnê esas bigre, divê jin bin.

Dibe ku mêr bê rêxistin bin û jixwe rêxistinên mêran zêde ne.

Divê jin rêxistinbûna xwe ya xweser mezin bikin.

Rêgeza çaran jî têkoşîn e. Divê jin jiyana xwe li ser esasa rêxistin û têkoşînê tanzîm bike. Jiyana we divê ev be.

Ji ber ku nasnameya jinê ji ber nebûna rêxistiniya wê di nava çar dîwaran de hatiye hepiskirin.

Kar û îşê hevîrkirinê danê û wê pê re mijûl kirine.

Divê jin li dijî vê rabe û bibêje; “ez ê bibim rêxistinger, kar û îşê min jî têkoşîn e.”

Rêber Apo îşaret bi têkiliya navbera esketîk û xweşikbûnê jî dike û dixwaze jin ji xweşikbûna fizîkê heta bi xweşikbûna raman û ruhî rêgez û teoriyeke esketîkê ve girêdayî be.

Rêgeza estetîkê jî rêgeza pêncan e. Heke jin van pênc rêgezan ji xwe re esas bigrin wê çeka herî mezin a rizgariyê jî bi dest bixin.

Li gorî min bi vê çeka ku îdiaya xwe mezin e, jin dikarin hemû mêr û saziyên wî bînin rê.

Em ê bi têkoşîna li ser van rêgezan bersiva herî mezin bidin şerê qirêj.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv