Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘PKK rûyê mînak ê mirovahiyê ye’

 

PKK RÛYÊ MÎNAK Ê MIROVAHIYÊ YE
HELÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Di ser 27’ê Mijdarê 1978’an ku dîroka damezirandina PKK’ê ye, 43 sal derbas bûn. Koma APO’yî, beriya wê dîrokê 5 sal û 5 mehan hatibû avakirin. Ji vî alî ve dema em lê binêrin, em di salvegera 49’an de ne. Ango ev nîv sed sal in geşedanên siyasî yên li Kurdistanê, PKK ya bi rêbertiya Rêber APO destnîşan dike. Ger di sala 1973’an de koma APO’yî nehatiba ava kirin, vê gavê tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li çar beşên Kurdistanê, wê qirkirina Kurd di asteke girîng de pêk bihata.
(…)

Di qonaxa ku koma APO’yî derket ser dika dîrokê, li Bakurê Kurdistanê komên siyasî yên din ên Kurd jî dixwestin xwe rêxistin bikin. Lê îdeolojî, polîtîka, rêxistin û têgîhîştinên wan ên tekoşînê, ne di wê astê de bûn ku karibin li hemberî dagirkeriya qirker a armanc dikir Kurdan qir bike, rawestin û gelê Kurd arasteyî tekoşînê bikin.
(…)

Dema ku em qala damezirandina PKK’ê dikin, divê teqez mirov qala bandora diyarker a Rêber APO bike. Heta kesayeta şoreşger a Rêber APO, uslûb, şêwaz, rêbaz û tempoya wî neyê famkirin, mirov nikare fam bike, bê ka PKK ji bo çi mezin bû û pêşketinên mezin afirandin.

Ger PKK ev nîv sed salin li hemberî Tirkiyê ku dewleta herî mezin a Rojhilata Navîn e û xwedî artêşa herî mezin a 2’yan a NATO’yê ye şer dike, ev di heman demê de îspat dike ku PKK di her şert û mercî de dikare polîtîkayan ava bike û tekoşînê bike. Ev yek nîşan dide ku PKK li gorî şertan polîtîkayan destnîşan dike, di stratejiya xwe de guhertinan dike, afirîneriya taktîk pêk tîne. Nexwe li Rojhilata Navîn li hemberî Tirkiyê ku tewazinên cîhanê lê tên avakirin, piştgiriya Ewrûpa û Amerîka werdigre, ne mumkun bû ku nîv sed salî mezin bibe, pêş bikeve û li ser piyan bimîne.
(…)

Xeta Rêber APO û hebûna PKK’ê, garantiya berdewamkirina hebûna gelê Kurd û bidestxistina azadiya wê ye. Êdî mirov nikare PKK’ê, gelê kurd û azadiyê ji hev cuda bibîne. Tekoşîna hemû rêxistinên din jî tenê bi xeta îdeolojîk a PKK’ê û di rewşa tekoşîna wê de dikare watedar bibe. Xeta îdeolojîk-polîtîk a PKK’ê û tekoşîna wê, êdî gelekî li pêş rêxistinên Kurdan ên dine.
(…)

PKK ji aliyekî din ve jî, weke rûyê hemdem, siberojê, heta rûyê mînak a hemû mirovahiyê ye. Îro ji bo gelê Kurd xwedî nirxeke gelekî mezin e. Di mijara jiyana civakî, çandî û polîtîk de, îro gelê Kurd xwedî hizir û pratîka herî pêşketî ya cîhanê ne.

Ger ji aliyê hinekan ve nirxên wê neyên dizîn û neyên desteserkirin, Kurdistan ew welate ku, tu pirsgirêkeke aborî ya civaka Kurdistanê dernakeve holê. Gelê Kurd di şexsê PKK’ê de siberoja xwe rizgar kirin. Wê jiyana civakî, çandî, siyasî û aborê ya gelê Kurd, paradîgmaya Rêber APO ya civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk û pratîkbûna wê ya weke modernîteya demokratîk destnîşan bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv