Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: ‘Paradîgmaya azadiya jinê’

 

‘PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ’
ROZA METÎNA / NEWAYA JIN

Çand û huner mîna hestiyên canê mirov girîng in. Çawa hestiyên mirovan wan li ser piyan dihêlin çand û huner jî hebûn û nasnameya gelan li ser piyan dihêlin. Wekî stêrkên li ezmên ên rûyê cîhanê ronî dikin, hêviyên mezin di dil de diafirînin. Di warê rêxistinbûyinê de xaleke girîng e û rê nîşan didin.
(…)

Feraseta bişaftin û tunebûnê ku di şexsê jinê de li ser kurdan ferz dike, ji êrişên li ser çand û hunera kurdan dest pê dike. Mafê bingehîn ê gelê kurd bi vê rêyê tê xwestin ji dest bê girtin. Jina ku hêza wê ya guhertinê heye jî, tê xwestin bi rêya çand û hunerê bê bişaftin û mejiyê jinê yê hevpar jî pûç bibe. Jixwe pûçkirina mejî bi rêya bişaftinê pêk tê. Teşegirtina modelên bindestiyê jî wiha dest pê dikin.
(…)

Bi taybet êrişên li dijî ziman, çand û hunera kurdî di demên dawî de gelekî zêde bûne û ev yek jî bêtehemuliya îktidara heyî ya li dijî gelê kurd dide nîşandan. Lîstik, stran heta axaftina bi kurdî tê qedexekirin. Ev kiryarên bi awayekî stratejîk li dijî kurdan pêk tên jî, xwe dispêrin dîrokeke kevin. Polîtikayên têkbirin û qirkirina çandî, polîtikayên sîstematîk ên bişaftinê wekî her demê vê demê jî di meriyetê de ne.
(…)

Dema bê xwestin gelekî ji kok û rastiya xwe dûrxistî bê afirandin, wê demê polîtikayên serîtewandinê dikevin meriyetê. Ev polîtîyana jî di bingeha xwe de qirkirina çand û hunerî xwedî dikin. Dema arşîvên pirtûkên kurdî ji aliyê qeyûm ve hatin şewitandin û çalakiyên ji çand û hunera kurdan dûr hatin lidarxistin, wê demê rastiya bişaftina li ser kurdan careke din xwe nîşan da. Jinên pêşengiya parastina nasnameyê kirine jî bi vî hawî hat xwestin bên jibîrkirin.

Lê belê tevî şerê ku bi salan e li ser erdnigariya gelê kurd tê meşandin jî, jin rola sereke ya berxwedana li dijî bişaftinê digirin ser milê xwe. Li dijî hegemonyaya ku bi şêwazên şerê taybet, bi aqilê desthilatdariya mêr şerekî giran dimeşîne, li berxwe didin.

Ev şerê tê meşandin her diçe mezintir dibe.
(…)

Bi nasnameya jina azad û paradîgmaya azadiya jinê, encax şerekî baş dikare li dijî vê zihniyetê bê meşandin. Ev paradîgamaya niha li Rojavayê Kurdistanê di meriyetê de ye pêşengiya têkoşîna li dijî qirkirina çand, huner, erdnîgarî, xweza û nasnameya gelê kurd dike.

Ev paradîgma xeta têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina çand û hunerê heta dawiyê diparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv