Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK li şûna cihên ku DAÎŞ êriş dike, hêzên xwe dişîne qadên gerîla!

 

Hêzên PDK’ê şeva 5’ê Kanûnê sewqiyata leşkerî li baregeha Sîrê ya li herêma Şêladizê kir. PDK a ku hewl dide qadên gerîla dorpêç bike, balkêş e ku li pêşberî êrişên DAÎŞ’ê bêdeng e, xemsar e.

Pîlanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re roj bi roj zêdetir dibe. Rojên dawî çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştevanê wê yê sereke ye, êrişên giran dibin ser Kerkûkê. Di encama van êrişan de heta niha gelek pêşmerge û sivîlan jiyana xwe dest dane.

Ev dîmenê ku ji çavkaniyeke taybet hatiye bidestxistin şeva 5’ê Kanûnê saet di 00:00 de hatiye kişandin. Sewqiyata leşkerî ya ku di dîmen de diyar dibe, ne ji bo çeperên şer ên li dijî DAÎŞ’ê ye. Ev sewqiyat ji bo herêma Şêladizê tê kirin ku baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker lê ye, tê kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku bi hejmareke zêde ya wesayitên zirxî û çekên giran, çekdarên PDK’ê hatine veguhastin.

Di dîmenan de hinek kesên ji xelkê heremê nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, “Şer li deştê ye, ne li vir e”.

Hêjayî gotinê ye, roja ku ev sewqiyat hate kirin, HPG’ê ragihandibû ku ew amade ne xelkê Kerkûkê biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv