Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Dereng, kêm lê baş e’

 

DERENG, KÊM LÊ BAŞ E
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê, mijarên dadgehkirina Rêber APO û bi cezayê muebeta girankirî ya ku bi ti rengî nikare ji girtîgehê derkeve, nirxandin. Li gorî qanûnên Ewrûpayê, cezayekî ku mafê hêviyê nebe, nikare were birrîn. Ji ber ku Tirkiye jî endamê Konseya Ewrûpayê ye, divê xwedî qanûnên li gorî vê yekê be. Destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî qebûl kiriye ku ew qanûn û peymanên navneteweyî ku wê mohra xwe li binî daniye, di hukmê madeyên destûra bingehîn de ne.

Di rewşeke nakok de peymanên navneteweyî lê ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hem mohra xwe ji bin van peymanan nakişîne hem jî pêwîstiyên van peymanên navneteweyî bi cih nayne. Bi taktîkên mijûlkirinê, demdirêj van peymanan bi cih nayne. Dewleta Tirk ji ber ku difikire, ji ber pêwîstiyên berjewendiyên Yekîtiya Ewrûpayê, nikare yekser helwestê nîşan bide, hertim vê yekê dike.

Jixwe Konseya Ewrûpayê, ev madeya peymanê ya ku li nav raya giştî jê re ‘Mafê Hêviyê’ tê gotin, beriya bi salan xwestibû bi cih were anîn. Lazim bû ku dewleta Tirk qanûnên xwe di çarçoveya vê hişyarkirinê de biguherîne, lê ev yek pêk neanî. Konseya Ewrûpayê jî çavê xwe li vê mijûlkirinê miç kir. Ji ber vê sedemê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê, biryareke gelekî dereng ketî ye.
(…)

Herçiqasî biryareke dereng be jî, dewleta Tirk bi qanûnên din, bi israr e Rêber Apo û girtiyên din di girtîgehê de bigire jî, divê mirov vê biryarê erênî bibîne. Bêguman salek mohlet dayîna wan, gotina ev biryar nayê wateya berdanê, tê wê wateyê ku derfetê didin dewleta Tirk ku dîsa bi rengên din mijûl bikin û kirinên di girtîgehê de hiştinê dewam bike.

Divê ev têgihîştina ku dixwaze dewleta Tirk rehet bike, were rexnekirin. Gotineke weke, ‘’Edaleta dereng mayî, ne edalet e’’ heye. Ji vî alî ve ev biryara oportûnîst û naxwaze dewleta Tirk nerehet bike, karakterê Konseya Ewrûpayê û saziyên pê ve girêdayî, derdixe holê.
(…)

Biryardayineke wiha ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ku kêm e û Kurdan tatmîn nake jî, bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wî pêk hatiye. Di salên dawî de ne bi tenê gelê Kurd azadiya Rêber Apo kiriye rojev, gelek sendîka, saziyên demokratîk, rêxistinên jinan, siyasetvan û rewşenbîrên cîhanê jî, ev mesele kirine rojev. Li cîhanê xebatên ji vî alî ve, rayagiştî ya girîng ava kiriye.

Li beramberî bandora vê raya giştî ya heyî, nekarîn li hemberî qanûnên tolhildanê yên li dijî Rêber Apo bêdeng bimînin. Nexwe, ev sazî wê bihatana teşhîrkirin û ti bawerî bi wan nedima. Ji ber wê jî para têkoşîna gelê Kurd û dostên wê ya ji bo azadiya Rêber Apo dimeşînin, di vê biryarê de gelekî mezin e.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv