Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: ‘Girtiyên nexweş wijdanê civakê ne’

 

GIRTIYÊN NEXWEŞ WIJDANÊ CIVAKÊ NE
ROZA METÎNA / NEWAYA JIN

Li girtîgehên Tirkiyeyê yên ku biryar lê li gor rêgezên hiqûqî û parastina mafê mirovan nayên dayin tecrîdeke kûr a ji Îmraliyê belav dibe, li ser hemû girtiyan tê ferzkirin.

Bi şertên dijwar li dijî girtiyan îşkenceya derûnî tê kirin û girtî ji mafên wekî tendirustî, paqijî, hevdîtin, xwendina pirtûkên bi kurdî û hwd. bêpar tên hiştin. Li dijî girtiyên jin ên wekî Garibe Gezer helwest û sekna serhildêr nîşan didin jî êrişên taybet û sîstematîk tên kirin.

Ji ber helwesta xurt û zelal a Leyla Guven, berê 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û herî dawî jî keça wê diyar kir ku gardiyanan gef lê xwarine.

Dîsa Aysel Tugluk a di heman demê de parêzvaniya mafê mirovan kiriye û jina yekem e ku hevserokatiya nîşaneya temsîliyeta wekheviyê kiriye, îro tevî nexweşiya wê giran e jî di bin şertên dijwar de li girtîgehê tê ragirtin.

Her wiha girtiya siyasî Selma Yilmaz jî 2 sal in zarokê xwe nikare bibîne. Sîstema dixwaze di nava civakê de her kes ji xeyal û armancên xwe bên dûrxistin, bi zextên li girtîgehan jinên hêvî, têkoşîn û azadiyê esas digirin dike hedef.

Li dijî daxwaza ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’ hiqûqa dijminatiyê dikeve meriyetê.

Li gorî agahiya Hulya Anci ya li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê girtîye, girtiyên bi navê Muhlise Karaguzel, Rojbîn Yakut, Gulazer Akin, Aysel Dodar, Hacer Halil Yusuf, Merve Aydogan, Dilşad Şengul û Naime Encu bi giranî nexweş in. Rewş û şertê van jinên nexweş li demê belav dibe û vediguhere rêbazeke îdamê.

Her jin bi aliyekî xwe dibin hedef. Ji nava van nexweşên giran nivîskar Gulazer Akin jî ji aliyekî, ji ber bi nêrîn û xeyalekî wêrek ji kevneşopiya ku civakê di nava qaliban de difetisîne dûr, dinivîse dibe hedef.

Dewsa dostaniya reng, nîjad û dengên cuda mixabin bi pergala li girtîgehan jî dijminatiya reng, nîjad û dengên cuda tê
kirin. Pergal li ser esasên mayindekirina faşîzmê hatiye avakirin.

Xwedîderketina wijdanê civakê di heman demê de tê wateya sekneke xurt.

Têkoşîna li dijî hukumeta şer bi helwest û rêbazên hevpar ên ji bo serkeftinê wê gurtir bibe. Dema mijara girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên betalkirin bibe mijara hemû civakê, wê demê gihaştina armanca biserketinê dê hîn watedar bibe.

Çimkî mijara girtiyên nexweş wijdanê civakê ye. Xwedîderketina wijdanê civakê jî xwedîderketina heqîqet, nasname û têkoşîna xwe ya bi salan e. Deng û awaza ji bo azadiyê jî bi vî rengê nêzîktir dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv