POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN DESTHILATA AKP-MHP’Ê
LI QOSER, ŞEMREX Û FARQÎNÊ GEL LI HEMBER ZEM Û BÛHABÛNÊ DAKETIN KOLANAN
Gel li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê daketin qadan.
Li bakurê Kurdistanê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcle DEDAŞ’ê bi zêdekirina zema ceyranê di rojevê de ye.
Li dijî vê zîhniyeta talanker gel daketin qadan.
Piştî Bazîd û Geverê, bi hezar kes li navçeya Qosera Mêrdînê jî daketin qadan.
Girseya Gel ber bi avahiya DEDAŞ’ê ve meşiyan.
Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê li hev kombun, dovîz û fatûreyên ceyranê hildan û ev bang li hikumetê kirin.
Welatiyan li Qadê nerazîbûnên xwe nîşan dan û fatûreyên ceyranê şewitandin.
Polîsan li ser rêya Nexweşxaneyê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin.
Piştî Qoserê, xelkê navçeya Şemrexê jî li dijî zemên ceyranê daket qadan û fatûreyan xwe şewitandin.
Bi sedan şêniyên navçeya Farqîn a Amedê jî meşeke girseyî li darxistin û zema ceyranê şermezar kirin.
Li Mêrdînê jî Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî zema ceyranê daxuyaniyek da.
Nûnerê Odeya Endezyarên Ceyranê Serfîraz Kûrtay daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li vî welatî bi şeweyên cuda dizî li hemberî gel tê kirin û banga vekişîna zamê li DEDAŞ’ê hat kirin.