Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Ji Lozanê heta îro êriş didomin’

 

JI LOZANÊ HETA ÎRO ÊRÎŞ DIDOMIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Şeva 1’ê sibatê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext, êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûr, Şengal û rojavayê Kurdistanê kirin. Bombebarana li Şengalê bi saetan berdewam kir û 21 dever hatin bombebarankirin.

Li Mexmûrê jî Hêzên Parastina Cewherî hedef hatin girtin. Di êrîşa li dijî Rojava de jî dewleta dagirker gundê Teqil Beqil ê Dêrikê kir hedef.

Bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî ya li dijî vê êrîşê, plangeriya li ser îradeya Kurdê azad hatiye kirin radixe ber çavan. Wisa diyar e ku di vê planê de rola celad dane Tirkiyê. Hin hêzên herêmê jî wekî xulam xistine bin fermana Tirkiyeyê. Yek ji van hêzan jî PDK’ye.

Piştî vê êrişa hovane çûyîna Neçîrvan Barzanî ya Enqerê nîqaşên destê îxanetê ya di êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava de xurtir kirin. Di roja ku Neçîrvan û Erdogan li ber kamerayan poz didan, gel şehîdên xwe dispartin axê.

Ev êrîş li ser çi armancê hatin pêşxistin û ji aliyê kê ve hatin plankirin? Wisa diyar e ku dewleta Tirk bi têkçûna DAIŞ’ê ya li herêma Hesekê careke din xwest xwe bi hin hêzan bide qebûlkirin.

Li ser vê beriya êrîşê roja 23’yê çileyê sefîrê Tirk ê li Bexdayê Alî Riza Guney li gel Serok Wezîrê Iraqê Mistafa Kazimî hevdîtinek kir. Rayedarên Tirk li Hewlerê li gel rêveberiya PDK’ê rûniştin.

Di şeva ku êriş pêk hat de Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amarîkayê Jake Sullivan re axivî. Jixwe di her kêliyê de şefê rejîma dîktator bêtehmuliya xwe ya li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê tîne ziman.

Lê divê baş bê zanîn ku di vê êrişê de rola sereke ya koalîsyona hêzên navneteweyî ye. Her çendî ev koalîsyon xwe wekî aligirê Kurdan dide nîşandan jî di bingeha xwe de ji ber têgehên ku li ser hatiye avakirin li dijî destkeftiyên gelê Kurd in.

Hêzên navneteweyî û herêmê çawa ku beriya sed sal berê rê ji qirkirina Kurdan re vekirin, bi heman têgehê îro jî piştgirî didin dewleta Tirk a dagirker. Înkara li ser hebûna Kurdan hîn di qada navneteweyî de dewam dike.

Hêzên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de spasiya Kurdan dikirin, îro li hemberî van êrişan Kurdan ji nedîtî ve tên.

Dewleta tirk li gor van dengeyên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine avakirin êriş dike. Hêzên ku li herêmê pêşiyê li van êrişan vedikin berpirsyarê rijandina xwîna Kurdan e.

Lewma êrişên dewleta tirk ne pirsgirêkek herêmî, pirsgirêkek navneteweyî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv