LI EWRÛPAYÊ ÇALAKIYÊN MEŞÊN DIRÊJ DEST PÊ KIRIN
LI FRANSA KURD Û DOSTÊN XWE LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ DIMEŞIN
“Em ê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan”
Ciwanên kurd û dostên xwe bi vê peyamê dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dest bi meşên dirêj kirin.
Meşa dirêj ya li Fransa ji bajarê Sierentz bi daxuyaniyekê destpêkir.
Di daxuyaniyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-Jin’ê axaftin hatin kirin.
Pêşê meşa ku di navbera 6 û 11 Sibatê bidome bi beşdariya Civaka Kurd a Demokratîk ya Swîsreyê bi moraleke mezin destpêkir.
Sloganên ciwanan kolanên Fransayê hejand.
Wê meşa ciwanan îro 20 Kîlometreyan bimeşin.
LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ MEŞÊN DIRÊJ
MEŞA LI BELÇÎKA Û ELMANYAYÊ BI BIRYARDARÎ DIDOME
Meşeke din a dirêj li bajarê Belçîka he ye.
Kurdistaniyan tevî barîna baranê û seqemê jî ji bajarê Leuvenê ber bî Brukselê ve dimeşin.
Meşa dirêj ya li bajarê Elmanya Hannoverê ji bo Rêber Apo hat destpêkirin di roja 2’emîn ji qada Laatenzen berdewam kir.
Li dijî Komploya navnetewî ya li dijî Rêbe APo meşa li Kîelê jî di roja 2an de bi biryardarî didome.
Di roja yekem de Kurdistanî bi qasî 10 kîlometreyan meşiya.