Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevanên jin konferansa xwe li dar xistin 08.12.2020

 

KONFERANSA 2. A ROJIN’Ê
ROJNAMEVANÊN JIN KONFERANSA XWE LI DAR XISTIN

Rojnamevanên jin ên li Ewrûpa konferansa xwe ya 2’an li darxistin.

Konferansa Rojnamevanên jin ên Kurdistanê ROJINê 5’ê kanûnê li paytexa Belçîka Brukselê pêk hat.

Ji sazî û dezgehên çapemeniyê 30 rojnamevanên jin li hev kom bûn.

B berfirehî siberoja çapemeniya jinên Kurd nirxandin, rola ragihandinê, polîtîkayên weşanê, birêxistinbûn, avabûn gotûbêj kirin.

Di konferansê de rapora xebatên du salan hate xwendin, rojnamevanan di nava 2 salan de weşangeriyeke çawa kirine analîz kirin.

Di nirxandinan de ev mijar derketin pêş:

Ragihandin di qada gerdûnî de ji bo têkoşîna jinan yek ji sengerên girîng e.

Pêwistî bi weşangeriyeke pêşî lê bê vekirin û dînamîk heye.

Li dijî ragihandina serdest, a jinê weke nesne û meta dibîne, divê ragihandina jinê têkoşîneke mezin bike.

Li gerdûnê berxwedana jinê, zanebûn, rêxistin û têkoşîna wê her diçe mezin dibe.

Di konferansê de hate gotin, jin aliyekî şer in.

Jin di şerê cîhanê yê sêyemîn de aliyek in. Armanca jinan ji binî ve guhertina pergalê ye.

Di vê qonaxê de gelekî girîng e ku jinên cîhanê di eniyeke hevpar de bigihîjin hev.

Ji bo ev enî were xurtkirin, di milê weşangeriya bi pêşengiya jinan de jî lazime xebat were meşandin.

Di weşanan de bi rêya bikaranîna argumanên Tevgera Azadiya Jinan divê rojev werin diyarkirin.

Di heman konferansê de ziman û argumanên li dijî jinan û têkoşîna jinan, a di ragihandina bi ser PDK’ê de hat rexnekirin û bang lê hat kirin ku rêzê ji têkoşîna jinan re bigre.

Divê ragihadina PDK’ê xwe ji zimanê zayendperestiyê bişo û li ser esasên berjewendiyên netewî yên demokratîk weşanê bike.

Lê zimanê di ragihandina PDK’ê de paşverû û bê perwa ye.

Bikaranîna argumanên ku berxwedêrên jin û gerîlayan biçûk dixe jî heqareta li dijî rûmeta me ya netewî ye.

Divê li dijî vî zimanî ku tu carî nayê qebûlkirin têkoşîn û nîşandana helwesta hevpar yek ji armancên me yên sereke be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv