Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJK’ê ji bo rawestandina cinayetên jinan û darizandina dîktator Erdogan çalakiyan organîze dike 08.12.2020

 

“JI BO DARIZANDINA DÎKTATOREKÎ SED SEDEM”
10’Ê KANÛNÊ LI BRUKSEL Û BERLÎNÊ, 12’Ê KANÛNÊ JÎ LI BASELÊ ÇALAKÎ PÊK TÊN

Tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê ji bo rawestandina cînayetên jinan û darizandina dîktator Erdogan di çarçoveya Kampanya “Ji bo Darizandina Dîktatorekî Sed-sedem” çalakiyan organîze dike.

Li gorî Daxuyaniyê 10 Kanûnê li Bruksel û Berlînê û 12’ê Kanûnê jî li bajarê Swîsre Baselê tên lidarxistin.

TJK-Ewrûpa armanca çalakiyên bên li darxistin di daxuyaniyê de wiha şîrove kir;

Pergala mêrê serwer, jinê û çanda ku li dora wê tê hûnandin dike hedef.

Ji ber vê bi awayeke sîstematîk şîdet li jinê tê kirin û her kêlî jin bi tehdîta kuştin, tacîz û tecawizê re rû bi rû ne.

Şîdeta li dijî jinê ku her roj zêdetir dibe, bi polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHPê ev şîdet veguheriya qirkirina jinê.

Bloka faşîst a AKP-MHP’ê vê rêbaza kuştin û tecawizê jî ji bo teslîmgirtina civakê bikar tîne.

TJK-Ewrûpa di daxuyaniya xwe de daxuyakirin ku di bin serokatiya dîktator Erdogan de dewleta tirk di serî de jin, li dijî nasnameyên cuda, kêm Netew, komên baweriyan, muxalîf yanî li dijî hemû civakê terora dewletê dimeşîne û wiha hat gotin;

Herî dawî li navçeya Batman Kercewsê derket holê ku çawişên pispor, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokekê kirine.

Kesên ku doh çawişê pispor Musa Orhan bê ceza hiştin, îro dixwazin ser bûyera li Kercewsê jî bigirin.

Lê bila bê zanîn ku jinên ku bi terora dewletê bi tecawizê re rû bi rû mane, jinên hatine qetilkirin û zarok ne bitenê ne. Em dengê wan e.!

Êdî dem hatiye ku bi her awayî hesab ji rejîma faşîst bê xwestin.

Ev ew deme ku qirkirin bê sekinandin û jiyanê azad bikin.

Tevgera jinên Kurd daxuyakirin ku di vê çarçoveyê de wê 10ê kanûnê li Bruksel ber avahiya Konseya Ewrûpa û li Berlînê ber avahiya parlmentoyê, û 12ê Kanûnê jî wê li bajarê Swîsre Baselê çalakiyan li darbixin û hesab ji qatîlan bixwazin.

Li gorî daxuyaniyê cih û dema çalakiyan wiha ye;

Li Brukselê 10ê Kanûnê saet 12an li ber konseya Ewrûpa

BRUKSEL
Dîrok: 10 Kanûnê
Saet: 12:00
Cîh: Rue De La Loi, 1000 Bruxelles

Roja 10ê Kanûnê saet 14:30an li Berlînê ber parlementoya Bajêr

BERLÎN
Dîrok: 10 Kanûnê
Saet: 14:30
Cîh: Platz Der Republik 1

12ê Kanûnê jî li bajarê Swîsre Baselê saet 13:30an meşek tê li darxistin.

BASEL
MEŞ
Dîrok: 12 Kanûnê
Saet: 13:30
Cîh: Theaterplatz – Basel

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê di daxuyaniyê bang li hemû kesî kir ku ji bo rawestandina femînîsîdê û darizandina dîktator Erdogan dengê xwe bilind bikin, hêza xwe bikin yek û beşdarî çalakiyan bibin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv