“DEMA AZADIYA RÊBER APO HATIYE”
GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 27’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.
Çalakî ji aliyê koma sêyemîn ve tê birêvebirin.
Li girtîgeha Jinan a Şakranê Bêrîvan Aydin û Mahsume Şedal çalakî ji Cîhan Asî û Hatîce Calihan dewr girtin.
Girtiyan bi rêya malbata xwe peyamdan û diyar kirin heta şkandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê çalakiya wan dom bike.
GIRTIYAN BI RÊYA MALBATÊN XWE PEYAM DAN:
LI DORA ÇALAKIYA ME BIBIN XELEK Û XWEDÎ LÊ DERKEVIN
Ji zindana Dûzce Tîpa T jî girtiyên ji doza PKK’ê peyama berxwedanê dan.
Çalakgerên Koma sêyemîn bi rêya malbatên xwe ji herkesî xwestin, li dora çalakiya wan bibin xelek û xwedî li berxwedana wan derkevin.
Berxwedê li zindana Edene Kurkçuler Tîpa F Mehmet Salîh Ûlitaş jî bi rêya malbata xwe agahî da ku çalakiya wan bi biryardariyeke mezin dewam dike.
“DEMA AZADIYA RÊBER APO HATIYE”
PLATFORMA DEMOKRASIYÊ YA WANÊ DAXUYANIYEK DA
Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî têkildarî çalakiya greva birçibûnê ya li Zindanan daxuyaniyek da.
Daxuyanî li avahiya TUHAY-DER’ê pek hat, Hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê jî piştgirî dan daxuyaniyê.
Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîdê û bandora wê hate kirin û wiha hate gotin:
Li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin. Di serî van binpêkirinên mafan de jî binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, muameleya xerab, pişaftina ziman û çandê, qirkirina jinê, îstîsmakirina zarokan, kedxwariya baweriyê û bêcezakirin tê.
Di daxuyaniyê de hate gotin civak hemû tê tecrîdkirin.
Pergala tecrîdê netenê rêjîma cezakirinê, rêbaza rêveberinê ye.
Ev rêbaz li dijî demokrasiyê ye.
Tecrîd ne tenê li zindanan, di heman demê de li derve li ser malbat û civakê ye jî.
Rêjîma tecrîda li Îmraliyê dij hiquqî pêktê, gihiştiye asta rêjîma Guantanamoyê.
Platforma demokrasiyê ya Wanê derbarê daxwazên girtiyan de jî vê dibêje:
Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din divê demildest gav werin avêtin.
Beyî tenduristiya girtiyan zirarê bibîne em bang li raya giştî dikin, hestiyar tevbigerin
Parêzvanên Mafê mirovan jî bi rêya ajansa Mezopotamya banga xwedîderketina li çalakiya girtiyan kirin.