LI KERCEWSÊ 27 KESAN TECAWIZÎ ZAROKA 15 SALÎ KIRIN
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BÛYERA TECAWIZÊ MEZIN DIBE
Di 5’ê Kanûnê derket holê ku li gundê Hîsarê ê navçeya Batmanê Kercewsê leşker, cerdan û çawişên pispor ango 27 mêran zarokek 15’e salî tecawîz kirine.
Ji doh ve li gelek deverên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin li dijî tetawîzkarên dewletê çalakiyan pêk anîn.
Melisa jinan ya HDP’ê û Tevgera Jina Azad li Mêrdînê li dijî bûyera tecawîzê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat dayîn.
Li ser navê jinan rêvebera navçeya HDP’ê Munevver Olker daxuyanî xwend û wiha got.
Dewleta Tirk tecawîzkar Mûsa Orhan ê ku bû sedema kuştina Îpek Er, bi bê cezatiyê telat kir.
Gelo çima ji destpêka ku bûyer hatiye bihîstin heya niha derbarê kesên tecawîzkar de tiştek ne hate kirin. Çima tecawîkar têne parastin.
Em ji şîdeta dewleta mêr, desdirêjiya li dijî zarok tacîz û destavêtinê re dibêjin na.
Bi heman armancê meclisa jinan ya HDP’ê û Tevgera Jina Azad jî li 2 navendên Stenbolê doh çalakî lidaristin.
Di çalakiyan de jinan balkişandin ser bûyerê tecawîzê yên li Kurdistanê ku bi destê dewletê pêk tên û gotin ev parçeyek ji konsepta şerê taybete.
Li Îzmîrê jî rêxisina jin a Em bi hev re bi hêzin daxuyaniyek da çapemeniyê.
Mubberra Unsal û Nihal Gur Akyildiz li ser navên jinan axivîn.
Jinan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku dewlet cardin li ser kare û gotin.
Destê xwe ji bedena zarokên me bikşînin.
Jinên bakarê Tirkiyê Aydinê jî doh çalakiyek pêkanîn.