ROJBÛNA RÊBER APO
FATMA Û MEHMET OCALAN QALA BIRAYÊ XWE KIRIN
4’ê Nîsanê rêber APO dikeve 72 saliya xwe.
Her sal li gundê li gundê ku lê hatiye dinê, ango li gundê Amarayê rojbûna rêber APO tê pîrozkirin.
Beriya pîrozbahiyê ajansa nûçeyan a Mezopotamya çû gundê Amara û bi ferdên malbatê re hevpeyvîn çêkir.
Xwişk û birayê rêber APO Fatma û Mehmet Ocalan qala jiyana birayê xwe kirin.
Mehmet Ocalan 4’ê Nîsanê wek rojbûna gelan bi nav kir û tecrîda li Imraliyê weke suçê li dijî mirovahiyê bi nav kir û got:
‘Bi vê tecrîdê rêgezên hiqûqa navnetewî jî tê binpê kirin.
Ji bo demokrasî li Tirkiyê bicih bibe û aştî li Rojhilata Navîn mayînde bibe, divê rêber APO azad bibe.’
Xwişka rêber APO Fatma Ocalan jî anî ziman ku deriyê wan ji her kesî re vekiriye û wiha axivî:
‘Em rojbûna Serok li hemû gelan pîroz dikin.
Dema qedexe tune bûn pîrozbahî di nava aramî û aştiyê de pêk dihat.
Em dixwazin îsal jî bi aramî û coşek mezin Rojbûna Serok bê pîrozkirin.
Ji bo şer werê sekinandin divê demildest tecrîd bi dawî bibe û bi lez diriyê Îmraliyê bê vekirin.’