Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Azzelînî: Dewleta tirk ne alîgira çareseriyeke demokratîk e 02.04.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
DR. AZZELLÎNÎ: DEWLETA TIRK NE ALÎGIRA ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK E

Li seranserê cîhanê kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo bi eleqeyeke mezin dewam dikin.

Gelek derdorên cihêreng tevli kampanyayê dibin û dixwazin êdî dawî li vê zilmê were.

Yek ji van kesên ku îmzayê xwe daniye bin metna kampanyayê zanyarê siyasetê Doktor Darîo Azzellini ye.

Doktor Azzellini der barê Pergala Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

Azzellini destnîşan kir ku ji bo aştiya li Kurdistan, Tirkiye û herêmê Rêber Apo xwedî roleke diyarker e û got:

Azadiya Abdullah Ocalan bi tena serê xwe gelekî girîng e.

Ev yek wê samimiyeta li ser xwestina çareseriya rêyên siyasî ya şer û aloziyê nîşan bide.

Lê xuya ye Tirkiye ne alîgira çareseriya aştiyane ye.

Azzellini bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê bi rengekî girankirî dewam dike û wiha dewam kir:

Ocalan dîlekî dewleta Tirk e. Hewl didin wî bi saxî veşêrin û bêdeng bikin.

Bi rêya vê yekê jî dixwazin fikrekî welê belav bikin ku rabûna li ber desthilatdariya Tirk bi kêr nayê.

Lê em dibînin ku Tirkiye têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe gelekî şaş fêhm kiriye.

Bi girtina Abdullah Ocalan re hesabê wê yekê kirin ku tevgera Kurd wê biqede.

Lê belê rewşeke berevajî çêbû. Niha jî ji ber ku Tirkiye xwe nade ber çareseriya siyasî, Abdullah Ocalan bernade.

Ji ber ku ditirse, bi azadiya Abdullah Ocalan re dînamîka ku biafire wê rê li ber çareseriya siyasî veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv