Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji koordînasyona PAJK’ê peyama 4’ê Nîsanê: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezintir bikin 02.04.2021

 

JI KOORDÎNASYONA PAJK’Ê PEYAMA 4’Ê NÎSANÊ:
JI BO AZADIYA RÊBER APO EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malpera xwe ya înternetê peyamek weşand..

PAJK pêşî rojbûnê li Rêber Apo, dayika Uweyş, li dayikan û di şexsê şehîd Nûda Karker de li hemû şehîdan pîroz dike û dibêje:

Em weke jinên Kurd, ji her kesî zêdetir xwe di ber azadiya fîzîkî ya Rêber APO de berpirsyar dibînin.

Berxwedana Rêber APO ya di oxira avakirina jina azad û civaka azad de daye, bi kedeke bê terîf dewam dike.

JI KOORDÎNASYONA PAJK’Ê PEYAMA 4’Ê NÎSANÊ:
JI XEYNÎ JIYANEKE BI RÊBER APO RE EM JIYANEKE DIN QEBÛL NAKIN

PAJK îşaret bi xetera li ser jiyana Rêber Apo dike û li ser hevdîtina bi telefonê hat qutkirin jî vê nirxandinê dike:

Heta Rêber APO li Îmrali bê ragirtin wê xeterî bidome.

Em weke jin û gelê Kurd, pêwîst e rastî û xetereya vî şerî baş bibînin.

Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bilindtir û radîkaltir bikin.

Ev yek ji her demê zêdetir di vê salê de xwe li ser me ferz dike.

PAJK balê dikşîne ser dilsoziya gel û gerîla bi Rêber Apo re û têkildarî serketina Garê, 8’ê Adarê û qadên Newrozê vê peyamê dide:

Careke din israra yan jiyaneke bi Rêber APO re em ê bijîn an jiyan ji me re nîne derketiye holê.

Divê di serî de em jin û tevahî gelê Kurd, fikir, felsefe û paradîgma Rêber APO di kesayeta xwe de pêk bînin û bikin şêwazê nû yê jiyanê.

PAJK herî dawî banga pîrozkirina bi coş a rojbûna Rêber Apo dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv