Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina xebatê ya navneteweyi: Cihêkariya di navbera jin û mêr de her ku diçe zêdetir dibe 07.03.2021

 

RÊXISTINA XEBATÊ YA NAVNETEWÎ
CIHÊKARIYA DI NAVBERA JIN Û MÊR DE HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE

Rêxistina Xebatê ya Navnetewî-ILO têkîldarî tesîra vîrûsa koronayê ya li ser jinan raporek weşand.

Rapor balê dikişîne ser cihêkariya li hemberî jinan û agahî dide ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin ji kar hatine derxistin.

Rapor bibîrdixe ku li hin heremên cihanê, cihêkariya li hemberî jinê di her qadên jiyanê de xwe dide der.

Lê bi Pandemiyê re li welatên xwedî mafên sosyal yên weke Swêd û Fînlandiyayê jî, jin dibin maxdûrên hişmendiya mêrê serdest.

Weke mîkak, Sendikaya Karkeran ya Swêdî da zanîn, di xebatê de, heqdestê jin û mêran ne wek heve, herî zêde jin ji kar tên derxistin.

Ji aliyê din ve, li gelek heremên cihanê rastiyeke din ya maxdûriyeta jinan heye ku 12 mehên salê xwe weke şermekê li ruyê mirovahiyê dixe.

Li welatên ku asta perwerdê lê kêm e, ji ber mantiqa mêrê serdest, hem li cem dewletê hem di nava civakê de, jin weke hemwelatiyê rêza duyem tê qebûl kirin.

Li gelek welatên Afrîka û Rojhilata Navin, ne tenê maeşê jinan kêm e, mafê wan yê xebat û qezenckirin jî tine.
Tevlîbûna wan ya nava siyasetê jî ji aliyê mantiqa mêr ve tê asteng kirin.

Li welatên weke Latin Amerîka û Asyayê jî, jin bi qasî ku li derve dixebtin ewqas jî, xebata nava malê jî li ser pişta wan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv