Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zanîngeha Rojava bi zanîngeha Washington State re peyman îmze kir 07.03.2021

 

ZANÎNGEHA ROJAVA BI ZANÎNGEHA WASHINGTON STATE RE PEYMAN ÎMZE KIR
LI SER ASTA CÎHANÊ FERMÎYETA ZANÎNGEHA ROJAVA TÊ NASKIRIN

Di encama civînên navbera Rêvebirên Zanîngeha Rojava û rêveberiya Fakulteya Tenduristî ya Zanîngha Washington State, aliyan bi armanca hevkariyê di navbera xwe de hevpeymanek îmze kirin.

Ji rêvebirên Zanîngehê Gulistan Sîdo li ser mijarê ev agahî dan:

“Programên cûda yên asteyên master, doktora û xwendina bilind esas hatin girtin. Emê komxebatan jî bi hev re li dar bixin. Projeyên taybet wê ji aliyê Zanîngeha Washington State ve bên fînansekirin.

Gulistan Sîdo her wiha got, wan li hevkiriye ku bi rêya xwendekaran kovarek hevbeş der bixin. Ev proje wê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve were fînansekirin.

Sîdo da zanîn ku bi van peymanan êdî li ser asta cîhanê fermîyeta Zanîngeha Rojava tê naskirin û bawerî bi diplomeyên wan çêdibe.

Ji dema damezirandina Zanîngeha Rojava ve heta niha bi gelek zanîngeh û dezgehên fikirî û çandî yên cîhanî re peyman hatine îmzekirin.

Hin ji wan ev in: Zanîngeha Emden Leer a Almanî, Zanîngeha Parma ya Îtalî, Zanîngeha Kalîfornia û Navenda Parastina Kultura Kurdistanî li Silêmanî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv