WÊNEGIRTINA BI GERÎLAYAN RE YA GIRTIYÊN BEHDÎNANÎ
PARÊZERÊ GIRTIYAN: WÊNEGIRTINA BI GERÎLAYAN ŞEREF Û ŞANAZÎ YE
Parêzer Beşdar Hesen têkildarî weşandina dîmen û wêneyên girtiyên Behdînanê li gel gerîlayên HPG’ê ji Rojnewsê re axivî.
Beşdar Hesen got, Weşandina van dîmen û wêneyan ne qanûnî ye.
Parêzerê girtiyan da zanîn, ku bi zexta çekê û gefa kuştinê bi girtiyan hin tişt dane gotin û wiha got:
‘Dixwazim rojekê li gel gerîla wêne qeyd bikin.
Mixabin heta niha ev şeref û şanaziya mezin bi dest min neketiye.’
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku 16’ê Sibatê dadgeha ceza ya Hewlêrê bi fermana Mesrûr Barzanî ji bo Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê zîndanê dabû.
17ê Sibatê rojnamevan û aktivîstên girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û hê jî têkildarî tenduristiya wan agahî nehatiye bidestxistin.
Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê 5’ê Adarê bi daxuyaniyekê gotibû, divê gelê me ti carî baweriyê bi van senaryoyan neyîne.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî weşandina dîmen û agahiyan red kiribû.