PÊŞWAZÎKIRINA SEROKÊ KOMA ÇETEYAN LI HEWLÊRÊ
MALBATÊN ŞEHÎDAN: KÎ DEST DIRÊJÎ KUJERAN BIKE, DESTÊ WAN DI XWÎNA GELÊ KURD DE HEYE
Meclîsên Malbatên Şehîdan li Qamişlo, Dirbêsiyê, Hesekê, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîsê û Şedadê têkildarî pêşwazîkirin û vexwendina Serokê Koma Çeteyên Sûrî Nesir El Herîrî ji aliyê PDK’ê ve, daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de kirinên çeteyên DAIŞ’ê û komên din ên çete li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê hatin bibîrxistin.
Bi taybetî hat destnîşankirin, ku Rêveberiya Xweser bi pêkhateyên xwe hemûyan ji bo parastina şoreşê û gelê xwe berdêlên giran di şerê li dijî çeteyan de dan.
Hat bibîrxistin, ku ji ber şer û êrişên van çeteyên ku Nesir El Herîrî bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe bûne, bi hezaran kes hatine qetilkirin.
Di daxuyaniya Malbatên Şehîdan de hat destnîşankirin, ku ENKS tevî van kirinan hemûyan jî xwe ji van komên çete qut nekiriye û her li dijî kirinên wan bêdeng maye.
Bi taybetî pêşwazîkirina Serokê Koma Çeteyan Nesir El Herîrî ji aliyê PDKê û ENKS’ê ve li Hewlêrê hat destnîşankirin.
Malbatên Şehîdan îşaret bi dijminahiya Nesir El Herîrî û komên wî yên çete li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê kirin û wiha gotin:
Kî dest bide van çeteyan, destê wan di xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî de jî heye.
Di serî de Mesûd Barzanî, em ji hukûmeta Başûrê Kurdistanê re dibêjin, we baweriya xwe bi pêşwazîkirina eniya siyasî ya DAIŞ’ê winda kir.