HRE BÎLANÇOYA ÇALAKIYÊN XWE EŞKERE KIR
LEŞKEREK Û 4 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Hêzên Rizgariya Efrînê encamên çalakiyên xwe yên li Efrîn û Ezazê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Roja 1’ê Adarê, li Ezazê seyareyeke serçeteyekî hat ruxandin.
Roja 2’ê Adarê, di çalakiyeke li navenda Efrînê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Heman rojê, li navçeya Şêrawa li dijî eskerên artêşa dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Seyareyeke zirxî hat rûxandin.
Roja 3’ê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.
3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Roja 4’ê Adarê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember artêşa dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.