Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêwitiya Rêber Apo ji gundekî biçûk ber bi gel û Kurdistana azad ve – Dosya 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANA 1949’AN… GUHERÎNA ÇARENÛSA GELÊ KURD
RÊWÎTIYA RÊBER APO JI GUNDEKÎ BIÇÛK BER BI GEL Û KURDISTANA AZAD VE

4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetî ji dayîk bû.

Navê dê Uveyş û yê bav Omer e.

Dibistana seretayî li gundê Cibînê xwend.

Bi zarokatiya xwe navê wî deng da.

Rûspiyekî gundê Amara wiha jê re gotibû;

“Lo li cihê xwe rûne, ma di te de ciwa heye?”

Wî bixwe ev yek wiha şîrove kiribû;

“Weke tê zanîn, ciwa hêmaneke gelekî herikbar e. Ez jî kesekî welê bi livûtevgerbûm.”

Dibistana navîn li Nizîpê û li Enqerê jî dibistana Tapû Qadastro qedand.

1969’an li Amedê bû karmend.

1971’ê dest ji kar berda û li Zanîngeha Stenbolê di Fakulteya Huqûqê de xwend.

Heman salê berê xwe da Enqerê û xwe li Fakulteya Ilmên Siyasî ya Enqerê qeyd kir.

Komkujiya Kizildere ya Mahîr Çayan û hevalên wî tê de hatin kuştin, bandoreke zêde li ser çêkir.

7’ê Nîsana 1972’yan di şermezarkirina komkujiyê de hat binçavkirin û 7 mehan di zîndanê de ma.

Di Newroza 1973’yan de biryara Têkoşîna ji bo Azadiya Kurdistanê da.

1975’an bi hevrêyên xwe re biryara vegera Kurdistanê da.

Adara 1977’an pêşî serdana Agirî kir, ku dagirkeriya Tirk gotibû “Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye.”

Heman salê li Bazîd, Qers, Dîgor, Dersim, Çewlig, Xarpêt, Amed, Riha, Batman, Dîlok û gelek bajarên din ên Kurdistanê geriya.

27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê navçeya Amedê Licê PKK damezrand.

1979’an berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

1982’an di Kongreya Duyemîn a PKK’ê de biryara vegera li welêt hat dayîn.

1982 û 1983’yan ji bo Yekîtiya Neteweyî gavên girîng avêtin.

15’ê Tebaxa 1984’an şerê çekdarî yê li dijî dagirkeriya Tirk da destpêkirin.

Ji 1984’an heta 1999’an bi gelek hewldanên ji bo çareseriya aştiyane rabû.

9’ê Cotmeha 1998’an hêzên navneteweyî di şexsê wî de li dijî gelê Kurd komployeke giran kirin dewrê.

15’ê Sibata 1999’an ji Kenyayê hat revandin, hêzên navneteweyî ew radestî dewleta Tirk kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv