Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel 4’ê Nîsanê pîroz kir 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL PÎROZ KIR

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek da û Rojbûna Rêber Apo pîroz kir.

Şehîdên meha Adarê hemû hatin bibîranîn û li ser 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo jî hat gotin, 4’ê Nîsanê bûyîna azadiyê ye.

Di daxuyaniyê de têkoşîna berfireh a di navbera gerîla û siyaseta qirker-dagirker de hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

Lê şerê esasî li Îmraliyê ye.

Li wê derê li dijî Rêbertiyê û hevrêyên me timî şerekî psokolojîk tê kirin.

Ev şerê herî mezin e.

Ji bo Rêbertiya me paşde gav bavêje, vî şerî li dijî wî, gel û tevgera me dikin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“RÊBER APO PEYAMA MEZINKIRINA BERXWEDANÊ DA ME”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî de agahiyên têkildarî jiyana Rêber Apo yên 14’ê Adarê hatibûn parvekirin, weke qismek ji şerê psîkolojîk hat binavkirin

Têkildarî têkiliya bi telefonê ya 25’ê Adarê Rêber Apo re wiha hat gotin:

Dewleta Tirk li hemberî zextan tengav bû û xwest Rêber Apo, hevalên li wir bi telefonê bide axaftin.

Rêber Apo helwestek danî holê û ev yek ji bo me peyameke.

Ew li Îmraliyê li dijî vî dijminê bi her awayî êrişî gel û tevgera me dike li ber xwe dide.

Ev helwesteke ciddî ya berxwedanê ye û ne tiştekî ji rêzê ye.

Divê em hemû jî li ber xwe bidin.

Heke weke tê xwestin, em bi erkên xwe ranebin, wê talûkeya li dijî Rêbertiyê mezintir bibe.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“EM BI ERKÊN XWE RABIN Û RÊYA AZADIYA RÊBER APO VEKIN”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de hat destnîşankirin, ku talûkeya li dijî Rêber Apo hê jî didome.

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwedî biryar in, ku talûka li dijî Rêbertiyê û nirxên xwe yên şoreşê kêm bikin.

Ya pêwîst ne tenê bidawîbûna tecrîdê ye…

Ya esas bi tevahî azadiya Rêbertiya me ye.

Êdî dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye.

Heke weke tê xwestin li Kurdistanê xwedî li erkên xwe derkevin, em ê rêya azadiya Rêber Apo vekin.

Fedakariya herî dawî hevrêyên me li Garê nîşan dan, vê yekê ispat dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv