Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

4’ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî hat pîrozkirin 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ HAT PÎROZKIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cihêreng hat pîrozkirin.

Li Kobanê Kongreya Star pîrozbahî li gundê Elpelûrê pêk anî, ku Rêber Apo demekê lê mabû.

Beşdaran rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û gotin, ji bo azadiya wî ya fizîkî divê em têkoşînê hîn mezintir bikin.

Li Qamişlo jî pîrozbahî li stadyûma Heysem Kiço ya li taxa Erbewiyê pêk hat.

Şahiya li vir jî ji aliyê Kongreya Star ve hat organîzekirin.

Li gel aktîveyên çand û hunerî axaftin jî hatin kirin.

Beşdaran li vir jî got, bi saya felsefeya Rêber Apo jina Kurd bû xwedî îradeyeke mezin û vê yekê di Şoreşa Rojava de rengê xwe da der.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo jî li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan 40 şitlên daran çandin.

Şêniyên Dêrikê jî li Navenda Erka Xweparastinê ya li bajarokê Xanêserê 72 şitlên daran çandin.

Li Şehba û Helebê jî ji aliyê hezaran kesî ve Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Helebê li taxa Şêxmeqsûd pêk hat.

Bi pîrozbahiyê re çerxerêya Rêber Ocalan a li qada Cebeten jî ji aliyê Şaredariya Gel ve hat vekirin.

Pîrozbahiyeke din jî li parka Istîqame ya taxa Eşrefiyê hat lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv