Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewandizê jehrî dikin

 

Li herêma bajaroka Rewandiz şewitandina sedan ton gelaş û sergo bandoriyek xerab li xwazaya wê dike û li şûna hewayek paqij şêniyên bajarok hewayek jehrî distînin. Welatiyên bajarok bifikar in û  dixwazin bi riya çêkirina kargehekê vê pirsgirêkê çareser bikin.

Îdareya Soran a parêzgeha Hewlêrê ji Soran, Çoman, Rewandiz û Mêrgesorê pêk tê. Rojane bi riya hezar û 280 karkeran û 300 wesayîtan gersoyê herêma îdareya Soran tê komkirin. Zêdetirî 700 ton sergo kom dikin. Mehane hikûmeta Herêma Kurdistanê 380 milyon dînar dide kompanya paqijiyê.

Ji ber ku li herêmê kargehek vegerandinê nîne, sergo dibin bajaroka Rewandiz û li wir dişewitînin. Ev jî bûye sedema fikarên şêniyên herêmê.

Yek ji şêniyên Rewandizê Koçer Qadir diyar kir ku şewata sergo tûşî çend pirsgirêkên tenduristî û jîngehî bûne û got: “Rewandiz bajarokek xweşike, lê ji ber vî zibil û sergoyê tê şewitandin bajarok qirêj dibe. Em daxwazê ji îdareya Soran û Qaymeqamtiya Rewandiz dikin ku cihek taybet ji bo peyda bikin û ava bikin. Ji bo ji bajarok dûr bikin.”

Li gorî peymana di navbera Wezareta Şaredariyan û kompanya paqijiyê de, divê di serî de kompanya kargehek vegerandina berheman çêbike, lê ev 10 sal in hîn kargeh nehatiye avakirin.

Aktîvîstê Jîngehê Hogir Feqyanî têkildarî metisiya li ser jîngehê got: “Şewitandina sergo ku awayek nezanistî pêk tê, bajarok qirêj dike û gaza jehrî li ser herêmê belav dibe. Rewandiz herêmek çiyayî û paqije. Darên wê zêde ye. Lê niha ji ber sergoyê zêde, sedema ku sibehan welatî ji xew şiyar dibin, li şûna standina hewa paqij û tendurist, bêhna nexweş û jehrî hildikêşin.”

Aktîvîstê Jîngehê Hogir Feqyanî  diyar kir ku divê hikûmet zû bîr li çareserkirina vê rewşa xereb a jîngehê bike û got: “Ji ber ku karasatek mezin çêdike. Niha li herêmê nexweşiya nefesê heye. Rewşa tenduristiya wan ne di cih de ye. Rewşa tenduristiya beşek welatiyên din jî berbi xerabiyê diçe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv