Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kontra û cerdevanên daristana gundekî Rêkaniyan wêran dikin

 

Kontra û cerdevanên dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawiyê de dest bi birrîna daristana gundê Kêrya Dêrê ya ser bi herêma Rêkaniyan kirine. Xelkê herêmê yên ji ber sedema ewlekariyê nexwest em navê wan bidin, bang li saziyên jîngehparêz dikin, destwerdan li rewşê bikin.

Artêşa Tirk a dagirker bi destê cerdevan û kontrayên xwe dest bi jêkirina darên gundê Kêrya Dêrê ya ser bi herêma Rêkaniyan kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmê gundê Kêrya Dêrê di nava xelkê herêmê de weke Serê Darê jî tê nasîn. Çakvaniyan ragihandin ku di van rojên dawiyê de komek  ji kontra û çeteyên dewleta Tirk pêktên hatine herêmê û dest bi jêkirina daristanên gund kirine.

Ji dîmen jî xuya dibe, kesên hatine herêmê qadeke befireh dane ber xwe û hewl didin di demeke zûde qadeke mezin bê daristan bikin.

Xelkê herêmê yên ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin em navê wan bidin, bang li saziyên jîngehparêz yên Herêma Kurdistanê û saziyên sivîl ên bi mijarê re eleqeder dibin dikin, destwerdan li rewşê bikin û rê nedin, dewleta Tirk daristan û jîngeha herêmê wêran bike.

Gundê Kêrya Dêrê dikeve ser bajaroka Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv