Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Keda 10 salan a Nerîmanê li ber lehiyê çû

 

Lêhiya ku sê roj berê li Hewlêrê çêbû, ked û westana 10 salan a Nerîmanê li ber xwe bir. Nerîman niha li gel zarokên xwe di nava xaniyek tije herî de dimîne û li benda alîkariyê ye.

Şeva 16’ê Kanûnê ji ber baran barîna zêde û nebûna sîstemek baş a kanalîzasyonan li Hewlêrê lêhî rabû. Di encama lêhiyê de 12 kesan jiyana xwe ji destdan û ziyanek mezin a madî gihişt gelek taxên bajêr.

Nerîman Ebdullah xelkê bajaroka Quştepe ya ser bi Hewlêrê ye, 10 sal in karê dirûna cilûbergan dike. Nerîman jî yek ji mexdûrên lêhiyê ye û wiha behsa jiyana xwe kir: “Dema hevjînê min ez û zarokên min di cih de hiştin, min biryar da dest bi karê dirûtina cilûbergan bikim, bi wî rengî zarokên xwe xwedî bikim û malek ji wan re avakim. Lê şeva 16’ê mehê dema em di xew de bûn, saet 3’yê şevê lêhî rabû û av ket hindirê mala me. Hemû kelûpelên me li ber avê ketin.”

Nerîman diyarkir ew di nava xaniyek kirê de dimînin û got, tevayî kelûpelên nava xaniyê wê de heta mekîna cilan a ku debara xwe pê dikir jî ber lêhiyê çû.

Dayîka Nerîmanê, Qedriye Îsmaîl jî got, “Keça min bi karê dirûtinê debera xwe dikir. Her wiha bi deynkirinê karîbû kelûpelên nava malê bikire. Lê lêhiyê xaniyê keça min wêrankir û hemû kelûpelên wê ber lêhiyê ket. Tenê daxwaza me ji hikûmet û aliyên peywendîdar ewe alîkariya mexdûr û hejaran bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ji ber lêhiyê ziyanek mezin bi bajaroka Quştepe ketibû. Ji ber lêhiyê çar kesan jiyana xwe ji destdan ku yek ji wan zarokek 10 mehî bû û heta niha cenazeyê wê nehatiye dîtin.

Derbarê ziyanên bi bajarok ketine Rêveberê Quştepe Star Omer ji Rojnews re got, “Ziyanek mezin bi Quştepe ket. Lê heta niha bi awayek zelal nizanin çiqas ziyan çêbûye. Av ketiye nava 500 xaniyan û kelûpelên wan mane di nava avê de. Her wiha 70 wesayît ber lêhiyê çûne, yan jî bin avê de mane.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv