HIŞYARIYA RÊVEBERIYA XWESER A LI HEMBERÎ REJÎMA SÛRÎ
EGER ÊRIŞ Û PROVOKASYON NESEKININ, EM Ê JI QAMIŞLO Û HESEKÊ HÊZÊN REJÎMÊ DERXIN
Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan beriya demekê çû Şamê û piştî wê rejîma Sûrî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dest bi provokasyonan kir.
Rejîma Şamê li Şehbayê ambargoyê pêk tîne, li Qamişlo û Hesekê jî bi riya hêzên Dîfaa El Wetanî provokasyon û şer derdixe.
Li Qamişloyê li ser provokasyona hêzên paramîlîter ên girêjdayî rejîmê Dîfaa El Wetenî şer derket, ji wan kesek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Her çiqas bi riya Rûsya ev şer dawî bibe jî, lê belê hewldanên provokasyonê didomin.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Nazim Daşdan li ser mijdarê nûçe-analîzek nivîsî û diyar kir ku rêveberiya xweser bi zimaneke tûnd rejîma Şamê hişyar kiriye.
Li gorî nûçeya Nazim Daşdan provokasyonên li Qamişlo, Hesekê, êrişên li Eyn Îsa û ambargoya li Şehbayê bi erêkirina Rûsya pêk tên û gotiye:
Rûsya bi êrişa Tirk a li dijî Eyn Îsa xwest rêveberiya xweser bixe zehmetî û neçarî xwe bike. Lê piştî QSD’ê ev hewldan pûç derxistin, niha jî hêzên rejîmê li Qamişlo, Hesekê û Şehba xistine dewrê.
Daşdan di nûçe-analîza xwe de diyar kiriye ku rêveberiya xweser Rûsyaya ku rejîma Sûrî diparêze, ji bo êrişan rawestîne hişyar kiriye û û ev agahiyên girîng parve kirine.
Rêveberiya Xweser bi zimaneke tûnd hişyarî kiriye. Gotiye eger rejîm êrişên xwe bidomîne, wê hemû hêzên rejîmê yên li Qamişlo û Hesekê derxe.
Ji bo başbûna têkiliyan jî, divê amborgoyê rake, çûyina welatiyan a Helep û Şamê asteng neke û provokasyonên bi riya hêzên paramîlîter dawî bike.