SALVEGERA 6’AN A RIZGARKIRINA KOBANÊ
“EM Ê LI DIJÎ HER CÛRE DAGIRKERIYÊ BI RIHÊ KOBANÊ BISEKININ”
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê de şehîdên berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava hemû hatin bibîranîn û wiha hat gotin:
DAIŞê bi êrişa Îlona 2014’an a li dijî Kobanê destpêka dawiya xwe ragihand.
Bi pêşengiya hêzên me berxwedaneke bêhempa hat kirin.
Piştî serketina Kobanê bi pêngavên dîrokî bajar û bajarokên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin.
Dagirkeriya DAIŞ’ê 2019’an li Baxozê hat tinekirin.
Ev serketin a tevahiya gelê Kurdistanê, gelên herêmê, şoreşgerên enternasyonal bû.
Di daxuyaniya YPG’ê de îşaret bi êrişên dagirkeriya Tirk û gefên wê yên li dijî herêmên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine rizgarkirin, hat kirin û wiha hat gotin:
Bermahiyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk êriş û komkujiyan dikin.
Mixabin cîhan hemû li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng e.
Çawa ku dîrok serketin û berxwedana Kobanê ji bîr nake, wê vê bêdengiyê jî ti carî ji bîr neke.
Emê jî bi biryardariyeke mezin li dijî her cûre dagirkeriyê bisekinin, welat û nirxên mirovahiyê biparêzin.