MECLÎSA SÛRIYA DEMOKRATÎK MSD:
DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYA TIL RIFET Û TIL EL- ŞAYIR JI DEWLETA TIRK WERE PIRSÎN
Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî komkujiya dewleta Tirk a Til Rifetê û qetilkirina du jinên şoreşger Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidê yên li Hesekê daxuyaniyek da.
MSD’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe careke din nîşan da di hovîtiya xwe de ti sînoran nas nake û wiha got.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa jinan hat naskirin.
Jinan bi têkoşîna ji cîhanê re îsbat kir ku ew dikarin bi azadî û rûmet bijîn.
Ji ber vê, jin di hedefa zihniyeta qirêj de ne.
Bi êrişa li Til Rifet û bajarokê Til El-Şayir careke din ispat bû Erdogan serokê DAÎŞ’ê ye.
Ev her du êriş ji hev ne qut in.
Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike û got;
Di serî de Neteweyên Yekbûyî, divê rêxistinên mafên mirovan li dijî kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û hesap jê bixwazin.