ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
QADIR EZÎZ: LI DIJÎ ÊRIŞAN PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE
Rêveberê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Qadir Ezîz têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî.
Qadir Ezîz got, xeteriyek zêde li ser Kurdistanê heye.
Kurdistanê tenê bi yekîtiya neteweyî û yekrêziya nav mala Kurd dikare bê parastin.
Rêveberê YNK’ê bal kişand ser şer û aloziya li Rojhilata Navîn û bal kişand ser cihê Kurdan.
Qadir Ezîz got, li herêmê Kurd faktoreke girîng in.
Ji bo vê jî heke em hemû bi hev re bin, wê bandora me li herêmê hebe.
Heke ev yek pêk were wê dijminên me jî ji neçarî nêrîna xwe biguherînin.